Jinên HDP'î bi Petra Bayr re hevdîtin kirin

Rayedarên HDP'î yên jin bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Konseya Ewropayê Petra Bayr re bi rêya înternetê hevdîtin kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Parlamentera Mûşê û endama Dîplomasiyê ya Jinê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Konseya Ewropayê û Parlamentera Awûstûryayê Petra Bayr re bi rêya înternetê hevdîtin kirin.

Di civînê de tuniya li jinê ku li Tirkiyeyê zêde bûye û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin. Di civînê de bi taybetî li ser karên Meclîsa Jinan a HDP'ê agahî hatin parvekirin.

Civînên li ser înternetê yên bi jinên ji saziyên cuda yên li Ewropayê wê hefteyên bê jî dewam bikin.