'Em ê dijminên jinan ji Kurdistanê biqewirînin'

Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger diyar kir, "Dewleta Tirk wê bi agirê me yê tolhildana sor bişewite, wê nikaribe li Kurdistanê hilmê jî bistîne. Em ê hesab ji her kesên li Kurdistanê bi aqlê dewletê tevdigerin bipirsin."

Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger têkildarî 'Pêngava Tolhildana Sor' ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û êrişên şerê taybet ên dewleta Tirk dan destpêkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê çeteyên bi pereyan li Kurdistanê bûne hevparê destavêtin û dagirkeriya dewleta Tirk, wê tol bê hilanîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê zêde dike. Tecrîda li ser Rêber Apo û şert û mercên êşkenceyê roj bi roj tê girankirin. Ji bo tunekirina gelê Kurd bi her awayî polîtîkayên qirêj tên meşandin. Dewleta Tirk ku ev rê û rêbazên şerê taybet bi kar tîne, ji ber ku encama dixwest ji polîtîkayên dejenerekirinê û asîmîlasyonê wernegirt, şerê taybet girantir kiriye. Dewleta Tirk niha jî hewl dide bi rêya destavêtinê îradeya gelê Kurd bişikîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi 'Pêngava Tolhildana Sor' bi rengekî bênavber têkoşîna xwe bidomînin û bang li jin ên ciwan kir ku li dijî şerê ytabet bikevin nava liv û tevgerê û hesab ji dagirkeran bipirsin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta qewirandina tecawizkarên bi unîforma yên li xaka Kurdistanê wê berxwedana xwe bidomînin û hate gotin, "Em ê hesab ji her kesên bi aqlê dewleta mêr li Kurdistanê tevdigerin bi pirsin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker wê bi agirê me yê tolhildanê bişewite, em ê nehêlin ku li Kurdistanê hilmê bistîne. Karmend û tecawizkarên bi unîforma yên weke personelên şerê taybet şandine, wê di tolhildana me ya sor de li Kurdistanê bifetisin, Soysûz û çeteyên wî wê hesab bidin gelê Kurd."