Li Kantona Firatê 8 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê 8 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet li pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin.
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê 8 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet li pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Salih (Salih Mistefa) ê di 8`ê Çileyê de li Dêra Zorê, Mistefa Ebdî 8`ê Çileyê li Sirînê, Canfeda Amara (Nihar Cûma) di 2`ê Kanûna 2024`an li Şehba, Argêş Ereb (Elî Xelef) di 21`ê Kanûna 2024`an li Bendana Tişrînê, Mazlûm Heleb (Ednan Casim) di 25`ê Kanûna 2024`an li Bendava Tişrînê, Azad Şêx Hisên di 8`ê Çileya 2025`an li Bendava Tişrînê, Egîd (Mihemed Hemo) di 10`ê Çileya 2025`an li Sirînê, Elî Ebas di 8`ê Çileya 2025`an li Sirînê Şehîd bûbûn, îro li pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê bi merasîmeke bi heybet veşartin.
Berdevka Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbata lehengên azadiyê re xwest û got ku ew bejna xwe li hember şehîdên berxwedanê ditewînin.
Eyşe Efendî, diyar kir ku ew têkoşîna gelê ku bi salane li ber xwe didin silav dike û got, “Şehîdên me bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan û vaye berxwedana wan hê berdewam dike. Şehîdên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin, em ê jî ji bo ku xwîna wan li erdê nehêlin, dê her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”
Eyşe Efendî, anî ziman ku dewleta Tirk heta ji şehîdên şoreşê ditirse û axaftina xwe wiha dom kir: “Wek tê zanîn rojnamevan Nazim û Cîhan ên hatine qetilkirin ji Bakurê Kurdistanê bûn. Hem rojnamevanan qetil dike hem jî destûr nade malbat cenazeyên xwe werbigirin. Dewleta Tirk heta ji şehîdên me ditirse, ji ber vê yekê cenazeyên her du şehîdên me, vegerandin. Lê em jî weke dayik soz didin şehîdên xwe ku tu carî xwîna wan li erdê nehêlin û berxwedana ku wan nîvco hiştiye em ê dewam bikin û li ber xwe bidin.”
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Mislim, got ku ew her tim deydarê şehîdên xwe ne û wiha pê de çû: “Ev bû zêdeyî mehekê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma me heye. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku gelê herêmê qir bike, lê divê bê zanîn tu carî wê nekaribin vî gelî. Ji ber ku hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, tu kes bi îradeya gelî me nikare. Em çiqas ji bo şehîdan têkoşîn bikin em ê her tim deyndarê wan bin. Şehîdan ji bo me jiyaneke azad û birûmet ava kir.”
Mislim, anî ziman ku berxwedana gel wê deshilatdariyê têk bibe û got: “Gelê me vaye ji dijmin re îsbat kiriye ku tu kes bi hêza wan nikare. Vaye gel li bendava Tişrînê ye. Ji bo axa xwe biparêzin li wirin. Em ê her tim li ber xwe bikin da ku em jiyaneke wekhev û azad ava bikin.”
Piştra wesîqeya 8 lehengên azadiyê ji aliyê Meclîsa Malbata Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin.
Cenazeyê şehîdan bi nîşaneya serketinê û bi dirûşma “Şehîd Namirin” hatin veşartin.
Pişte girseya gel berê xwe dan konê sersaxiyê ya ji bo 8 şehîdan hatine danîn.