Li Êlihê 6 jinên HDP’î hatin destgîrkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ de li Êlihê hatin ba hev, polîsan êrîşî wan kirin, 6 jinên HDP’î destgîrkirin.

Li Êlihê jinan di çarçoveya kampanyaya TJA’yê de li dijî derketina ji Peymana Stenbolê çalakiyek kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîda Jinên Ciwanan di çalakiyê de li Parka Şerzan Kurt a li Taxa Huryetê kurdeleya xemir a bi nivîsa ‘Peymana Stenbolê wê bide jiyîn’ daliqandin.

Polîsên Tirk ên ku hatina jinan a parkê asteng kirin, êrîşî jinan kirin. Polîsan Endama Meclîsa Jinan a Şaredariya Êlihê Şehrîban Aydin, Sehger Aksoy, Gulistan Sonuk, Kezban Kurday, Zîlan Kaya û Bermal Can destgîrkirin.