TAJÊ: Em ê bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi civînekê bûyerên dawî nirxandin û piştgirî da banga KCK'ê. TAJÊ ragihand ku tecrîd û êrîşên dagirkeriyê di heman demê de êrîşa li ser hebûna jinê ye.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser bûyerên dawî yên li Şengalê û herêmê diqewimin civînek li dar xist.

Civîna ku li Wargeha Şehîd Nazê ya Serdeştê pêk hat, rêveberî û endamên TAJÊ tevlî bûn. Di civîna bi rêzgirtinê destpê kirî de rewşa li herêma Şengalê hate nirxandin. Di serî de zext û tundiya li ser jinê, bûyerên di demên dawî de li Şengalê pêk tên, kuştina du welatiyên Ereb, lîstik û plangeriyên tên kirin û hwd. gelek mijar hatin nirxandin.

Di civîne de TAJÊ piştgiriya xwe ya ji bo pêngava 'Bes e ji dagirkerî, tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê diyar kir. Di civînê de hate destnîşanirin ku ew vê bangê ji xwe re dikin esas û wê bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin.

Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî bal kişand ser kuştin, zext û tundiya li ser jinê û girîngiya xwerêxistinkirina jinê destnîşan kir. Sebîha Sebrî da zanîn ku kuştin û tundiya li jinê tê kirin, çavkaniya xwe ji feraseta serdestî û dagirkeriyê digire û got, bi tevlîbûna li pêngava KCK'ê ku 12’ê Îlonê di bin dirûşmeya 'Bes e ji dagirkerî, tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' wê pêşî li tundî û kuştina li jinê bigirin.

Sebîha Sebrî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê û pêkanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû mirovahiya pêşverû û azadîxwaz e, bi taybetî jî li dijî civaka Êzidî, jina Êzidî ye.

Sebîha Sebrî destnîşan kir ku sedema van êrîşan tinekirin û tinehesibandin e, lewre ew van êrîşan li hemberî xwe dibînin. Sebîha Sebrî anî ziman, li gel ku 21 sal in dewleta Tirk a dagirker li ser Ocalan tecrîd û hovîtiyeke bê mînak pêk tîne jî Ocalan bûye hêvî û çavkaniya hemû gelên azadîxwaz.

Piştî axaftina Sebîha Sebrî sînevîzyoneke ku ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî amadekirin hate pêşandan û civîn bi nirxandina dayikan dewam kir.