2'emîn Konferansa Kongreya Star a kantona Qamişloyê dest pê kir

2'emîn Konferansa Kongreya Star a kantona Qamişloyê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan misoger bikin" dest pê kir.

Konferansa 2'emîn a Kongreya Star a kantona Qamişloyê, bi beşdariya 120 delegeyan li Hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinê misoger bikin" dest pê kir.

Li gel delegeyan her wiha gelek mêvanên ji saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî konferansê bûne.

Hola konferansê bi wêneyên şehîdan hatiye xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, endama Rêveberiya Kongreya Star Mizgîn Ehmed destpêkê axivî û di serî de konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li beşdaran û tevahiya şehîdên di rêya parastina jinan de gihaştine asta şehadetê pîroz kir.

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku fikir û felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re kir esas, gihaştiye qonaxeke pêşketî, nexasim bi beşdariya jinan re.

Di konferansê de mijarên rewşa rêxistinî ya kongreyê, rola jinan li dijî gefên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî gefên li dijî jinan, zehmetî û astengiyên Kongreya Star di pêvajoya du salên derbasbûyî de, plansaziya du salên bê, wê werin nirxandin. Her wiha wê meclîsa nû ya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bê hilbijartin.