Tundiya li jinê li Hannoverê hate şermezarkirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi çalakiyekê tundî, kuştin û destavêtina li jinê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku her roja Çarşemê tê lidarxistin, destavêtin, tundî û destdirêjiya li jinan ku bi destê leşker, polîs û cerdevanên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê tên kirin, hatin şermezarkirin.

Qisekeran diyar kirin ku dijminatiya dewleta Tirk a li jinê di vê demê de gihîştiye asta herî bilind.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.