Dayikên Şemiyê aqûbeta Yakut pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Yahya Yakût ê li Mêrdînê 5’ê Îlona 1993’an hatibû windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 809’an de ji ber şewba Koronayê bi dîmeneke ku li ser tevna dijîtal parve kir, li aqûbeta Yahya Yakût ê li Mêrdînê 5’ê Îlona 1993’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsîn.

Ridvan Yakût serpêhatiya babê xwe Yahya Yakût vegot:

“Hê jî me ti agahiyek li ser aqûbeta bavê xwe negirtiye. Di sala 1990’an de ji ber sepandina cerdevaniyê em neçar man ku ji gund koçber bibin. Ji ber me ji gund çûbûn navçeyê ji ber debarê me zorî dikişand. Ji ber vê bavê min biryar da ku biçe metropolên Tirkiyeyê kar bike. Bavê min bê pirsgirêk heta Midyatê diçe. Li Midyadê dema ku li benda otobusê ye kesên ku çekên lûle dirêj li gel tên gel pirsa nasnameya wî dikin. Piştî lêpirsînê dixwazin bavê min destgîr bikin, ji ber ev destgîrkirin ne rewaye li ber xwe didin. Lê lêdidin û wî dibin. Ji wê rojê û şûnde êdî ti agahiyek me jê negirt.

Dema dayika min xwestin aqûbeta bavê min bizane, heqaret lê hate kirin. Dayika min bi wesayîta zirxî birîndar bû. Lê me ti demê dev ji vê têkoşînê berneda. Mîna roja ewilê êşa me nû ye.”

Parêzerê Yakût, Erdal Kûzû jî diyar kir ku bûyera revandinê yek jî mînakên xebatên JÎTEM’ê ne û got: “Li holê ye bê ka sûc ji aliyê kê ve hatine kirin.”

Daxuyaniya vê heftê ji aliyê ji Dayikên Şemiyê Sînem Asya Esengen ve hate xwendin. Esengen diyar kir ku Yahya Yakût dema li Otogara Midyadê li benda otobûsa Konayayê bû, tîmên taybet ên cilên sivîl û bi çek çûne gel wî û got: “Li ser gotina ‘piştî kontrolkirina nasnameyê tu wê li gel me bê’ . Ji ber rewşeke ku îfade dayînê nîne Yahya Yakut li ber xwe da. Lê lêdan û ew destgîrkirin. Ev bûyer li otogarê li ber çavê gelek kesan pêk hat. Piştî ku agahî hate girtin hevjîna Yakût Şehîrban serî li Fermandariya Jendermeyan a navçeya Kerboran û Qerqola Jendermeyan a Midyadê jî da, lê ti encamek bi dest nexist. Ji wê rojê heta niha ti agahiyek ji Yakût nehatiye girtin.”