Dayikên Şemiyê di hefteya 1033’an de jî daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1033'an de ji bo 11 kesên ku 29 sal berê li navçeya Basanê ya Şirnexê hatin qetilkirin, edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev, bi qurnefîl û wêneyên windayên xwe yên di çalakiya vê hefteyê de jî li qadê kom bûn.

Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî piştgirî da de, ji bo 11 kesên 29 sal berê li Basan a Şirnexê hatin qetilkirin, "edalet" xwestin.

Metna çapemeniyê ji aliyê Nûnera ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Basanê hatin qetilkirin li Qada Galatasarayê qurnefîl danîn û çalakî bi dawî bû.