Li Stenbolê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin” hate destpêkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku bi dirûşmeya “Em xwe diparêzin” kampanyaya çar mehî ku dayî destpê kirin, li Stenbolê jî da destpêkirin.

TJA’yê ji bo kampanyayê li avahiya navçeya Bagcilar a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) daxuyanî da.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Hevseroka Navçeyî ya HDP’a Stenbolê Elîf Bulut, Meclîsa Jinan a HDP, aktîvîstên TJA û dayîkên aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê atîvîsta TJA’yê Aysun Çeper, Tirkiya wê jî ji aliyê Zekî Îlbasan ve hate xwendin.

Di daxuyaniya ku bal kişandî li ser “Li dijî jinan red, înkar, nîjadperestî û zayendparêziya zilam a bi fikrê hikumetê gelek êrîş tên kirin” de, ev hate teqezkirin:

“Êdî bes e, êdî em bêjin em ê xwe bi îdeolojiya azadiya jinê biparêzin û li dijî milîtarîzmê, nijadperestiyê, zayendparêziya îstismar kirina dînî ya bi desthilatdariya zilam a bi hevkariya rejîma AKP-MHP’ê, xwe biparêzin û bikevin ser rê. Ji bo jiyanek azad û wekhev em li ber xwe bidin.”

Di daxuyaniyê de banga li dijî êrîşên li ser jinê ji bo têkoşînê hate kirin û gotin, “Em ê bi rêxistinkirinê xwedî li nasname, hebûn, beden û keda xwe derbikevin û xwe biparêzin. Li dijî êrîşan em ê parastina xwe sê qat zêde bikin. Em bang dikin ku xwedî li kampanyaya me derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek li ser berxwedana jinê hate pêşandan.