Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Kocaeliyê çalakî kir

Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Kocaeliyê çalakî kir û bang kir ku her kes tevlî pêngavê bibe.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku wan li dijî tecrîdar li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li zindanan çalakî kirine.

Insîyatîvê ragihand ku wan bi çarçoweya pêngava ''dema bicihanîna azadiyê''  li Stenbolê û Kocaeliyê çalakî kirine û bang li her kesî kir ku bi rihê serhildanê tevlî nav pêngavê bibe û ji rejîma Tirk a dagirkeriya qirker hesab bipirse.

Derheqê çalakiyên ku hatine kirin Insîyatîva Tîrêjên Rojê agahî da.

Insîyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 21'ê Îlonê li Stenbolê Tûzlayê depoyeke hilbernadina plastîkê ya faşîstên AKP-MHP'yî şewitandine, 22'yê Îlonê jî li Arnavûtkoyê ya Stenbolê fabrîkayeke hilberandina qumêş ji hêla yekîneyên wan ên jin ve bi rêbazeke teknîkî hatine şewitandin, tiştek ji fabrîkayê nemaye û her wiha du qemyonên fabrîkayê jî dane ber êgir.

Bi berdewamî hate diyarkirin li Ataşehîrê ya Stenbolê li dijî wesayita ku nobedarên faşîst ku parastina MHP'yiyan dikin, hildigirt çalakiyeke bi teqemeniya destan hatiye kirin, nobedarên di wesayitê de reviyane û wesayit ji hêla yekîneya wan ve hatiye şewitandin.

Insîyatîva Tîrêjên Rojê her wiha ragihand ku 24'ê Îlonê jî li Kandira ya Kocaeliyê 4 wesayit ji hêla yekîneyên wan ve hatine şewitandin.