Li Dêrikê jinek bi guman jiyana xwe ji dest da

Li Dêrik a navçeya Mêrdînê jina bi navê Kubra Ergul bi şêweyek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Jina bi navê Kubra Ergul a li gundê Pîr Abbas a Dêrikê bi şêweyek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Kubra Ergul a ji aliyê bavê wê ve hatî dîtin, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê.

Piştî cenazeyê Kubra Ergul ji nexweşxaneyê hate girtin, birin gund spastin axê.

Hate diyarkirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye despêkirin.