Jinên Kurd ên li Ermenistanê piştgirî dan pêngavên KCK û KJK'ê

Yekîtiya Jinên Azad (YJA) a Ermenistanê, ku bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngavên KCK û KJK'ê yên li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê.

Bi wesîleya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" ya KCK'ê û pêngava "Dema parastina jina azad û civakê" ya KJK'ê jinên Kurd ên li Ermenistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî bi navê Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ve hate dayin û endama rêveberiya YJA'yê Çîçek Rezgar axivî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azadkirin û hate gotin, "Heta Rêber Apo azad nebe, jin û civak azad nabe. Lewma azadiya Rêber Apo wê yekane armanca me be û ji bo vê em ê têkoşînê mezin bikin."

Di daxuyaniyê de êrişên destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan wê bi ser nekeve, bi berxwedana jinên Kurd wê faşîzm bi dawî bibe.