TJK-E: Em li dora HDP'ê bicivin

TJK-E'yê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bang kir ku her kes li dora HDP'ê bicive û diyar kir, "Gel û jinên Kurd wê serî netewînin."

TJK-E'yê li ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "HDP'ê vê sibehê dest bi êrişeke nû ya qirkirina siyasî kiriye. Ev biryar di civîna doh a MGK'ê de, di merasîma doh a dozger a li Qesrê hate wergirtin. Ev rejîm ku pergaleke çete ye, rejîmeke welê dîktator û bêexlaq e ku mînakên xwe di dîrokê de nîne."

'DESTHILATDARÎ DI DEMA HERÎ LAWAZ DE YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bloka AKP-MHP her ku winda dike, bi têgihiştina tolhildanê êrişî HDP'ê dike ku muxalefeta rasteqîn e. Di nava kesên hatin destgîrkirin de gelek siyasetmedar û aktîvîstên jin jî hene."

TJK-E'yê ragihand ku êrişên niha tên kirin di heman demê de nîşan didin çiqasî lawaz bûye û diyar kir, "Têkoşîna me heta niha qet ranewestiya û destketiyên mezin afirand. Niha dema hatiye ku bi pêngaveke dawî re vê rejîma tarî biavêjin sergo."

'EM DENGÊ XWE LI TEVAHIYA CÎHANÊ BIDIN BIHÎSTIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gel û jinên Kurd ti carî serê xwe li ber darbeyên rejîma faşîst netewandiye, wê netewîne" û hate ragihandin, "Em bang li gelê xwe dikin bi taybetî jî jinan ku li dora HDP'ê bicivin, têkoşîna li dijî rejîma AKP-MHP a faşîst bilind bkiin. Em her derê bikin qada çalakiyê û bikin ku dinya dengê me bibihîze."