'Heta azadî û rizgariyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin '

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina xaka dagirkirî wê têkoşîna xwe li her cihî mezin bikin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star herêma Efrînê Ferîde Silêman li ser kiryarên li dijî jinê yên li herêmên dagirkirî ji ANF'ê re axivî.

Ferîde Silêman bi bîr xist, piştî ku dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, li herêmê destdirêjiya li xwezayê û gel zêde bû, lê bi taybetî zext û zordariya li dijî jinê zêde bû.

Ferîde Silêman anî ziman ku li Efrînê jinan serkêşî ji kar re dikir, lewma di dema êrişên dagirkeriyê de bû hedefa sereke ku ev êrişkarî hîn jî li herêmên dagirkirî dewam dike.

Her wiha ragihand ku ew weke Kongreya Star hewl didin xwe bigihînin jinên li her cihî, ku dawî li vê tundiyê bînin û bang li jinên cîhanê kir ku çavên xwe li zext û zordariya li jinan tê kirin, negirin.

Ferîde Silêman diyar kir ku dagirker dema ku êriş dikin ferqê naxe navbera neteweyan, lewma bang li jinên Kurd, Ereb û Tirkmen kir ku bi hev re li ber dijminatiya li jinê rabin û xwe li ser fikir û felsefeya azadiyê bêhtir bi rêxistin bikin, xurt bikin.

Ferîde Silêman got, "Dema ku em dibêjin civaka demokratîk het pêkhate tê de cih digirin. Lewma em hewl didin karê xwe berfireh bikin."

Ferîde Silêman bi bîr xist ku vê dema dawiyê li Efrînê gelek tundî li jinan hate kirin, gelek jin hatin kuştin û şêniyên herêmê bi darê zorê ji warê xwe hatin derxistin.

Di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina xaka dagirkirî wê têkoşîna xwe li her cihî mezin bikin.