Ji jinên ciwan ên Efrînê pêngava 'Em dibêjin Na'

Jinên Ciwan ên Efrînê li dijî tundiya li jinê tê kirin dest bi pêngava 'Em dibêjin Na' kirin.

Endama Koordînasyona Jin ên Ciwan Emîne Ebdo li ser pêngava "Em dibêjin Na" ji ANF'ê re axivî.

Emîne Ebdo bi bîr xist ku beriya çend rojan wan pêngava 'Em dibêjin Na' ragihandine û armanca wan ji vê pêngavê ew e ku li ber tundiya li jinan tê kirin rabin.

Emîne Ebdo diyar kir ku di heman demê de bi vê pêngavê re ew li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radiwestin û destnîşan kir, ku ew; jinên ciwan wê îradeya xwe xurtir bikin ji bo dawî li tundiya li jinan tê kirin, bînin.

Ji bo têkbirina tundiya li jinê jî Emîne Ebdo ragihand, ku di çarçoveya kampanyayê de wê daxuyaniyan bidin, meş û çalakiyan li dar bixin, belavokan belav bikin, her wiha semîneran bidin.

Endama Koordînasyona Jin ên Ciwan ên Efrînê Emîne Ebdo bang li jin ên ciwan hemûyan kir ku tevlî pêngavê bibin û got, "Em bi hev re tevbigerin, bi vî rengî dawî li her cûreyê tundiya li jinan bînin."