JIN
TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê."
KJK: Em hevalên xwe yên jin û dostên xwe yên li ber xwe didin silav dikin; bang dikin ku hêza têkoşînê ya hevpar hîn bêhtir xurt bikin û 25'ê Mijdar a îsal weke rojeke mezinkirina têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî tundiyê binirxînin.
Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bang hate kirin ku li her devera Ewropayê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.
KJK'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê."
KJK’ê ji bo Mîrta Acuna De Baravalla ya ku yek ji damezrînerên Plaza De Mayo ye, peyameke sersaxiyê weşand.
Hemû Nûçe
-
KJK: Hemû jinên li Îranê girtî ne divê werin berdan
KJK'ê bal kişande ser Zeynep Celaliyan û Suheyla Hîcab ku di girtîgehên Îranê de ketine girêva birçîbûnê û mamosteya Kurdî Zara Mihemed ku 10 sal ceza lê hatiye birîn û ji bo hemû jinên girtî werin berdan banga çalakiya aktîf û biplan kir.
-
Girêdanbûna îdeolojîk a qetlîam û destdirêjiyan
Şerê li dijî jinê xizmetê ji bo çi dike, girêdanbûna rast a bi îdeolojîk-polîtîk a çanda tecawûz a qetlîaman re kirin, wê rêjeya têkoşîna azadiya jinê diyar bike. Dîsa pêşbîniya Rêber Apo hate piştrastkirin.
-
-
Li Kurdistanê kiryarên destdirêjiyan: Faşîzma AKP-MHP
Li Kurdistanê tecawîzkar bi awayeke rast an ne rast ji aliyê dewletê ve tê rêxistinkirin. Ji ber wê divê rê neyê dayîna ti êrîşên ku wek ‘bûyer’a takê zilam bê temaşekirin yan jî bê gotin. Pêşxistina parastina cewherî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
-
Rêbazeke şer: Destavêtin-2
Tirkiye ya ku di doza Şukran Aydin de mehkûm bûyî bi rojan doza N.Ç ya 12 salî axivî lê di dozan de ku heta bi demeke nêzîk jî dom kirin hiqûqa navxwe tim xitimî.
-
Gumuştaş û jinên SKM’yî hatin berdan
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM’ê Deniz Aktaş û endamên SKM’ê yên li Balikesîrê hatîn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
-
-
-
-
Rêbazeke şer: Destavêtin-1
Di şerê nêzî 40 salî de yê li Kurdistanê , çi gerîla çi jî gelek jin û zarokên sivîl bin, hêzên dewletê destdirêjî li wan kirine û dest avêtine wan. Necezakirina berpirsên dewletê, sekna li pişt destdirêjkaran, bi pegalî ye.
-
-
-
Jinên girtî nabin nexweşxanê
Zextên li ser girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê didome. Girtiyên nexweş ên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan nabin nexweşxanê.
-
Erzîncan: Tecawiz bi destê AKP-MHP'ê tê kirin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, got divê tecawiza bi destê çawişên pispor ên li Şirnex, Êlihê ya li ser jinên Kkurd jî divê têkilî dîroka komkuj-tecawizkar were nirxandin.
-
-
-
-
-
-
-
YJA Star: Bi her guleya diteqînin tola jinekê hildigirin
Fermandariya Eyaleta Heftanîn a YJA Starê destnîşan kir ku destdirêjî û destavêtina li hember jin û zarokan bi destê dewletê bi plan û sîstematîk tê kirin, li dijî êrîşan banga sekinînê kirin.YJA Star got: “Bi her guleya diteqînin tola jinekê hildigirin."
-
-
-
-
KBDH: Em bêdeng namînin, natirsin, rajêr nabin
KBDH'ê diyar kir, ku jin li dijî kuştinan kuçe û mewzî bernedane, barîkat xweş kirine û got, "Helbet em ê bi destê xwe pergala kapîtalîst patrîyarkal ku tecawiza li jinê û kuştina wê rewa dibîne, bavêjin ser sergoyê."