Ji Peymana Stenbolê derktin, rewakirina êrîşên li jinê ye

Parêzer Hatîce Demîr li ser qetlîamên li jinan û Peymana Stenbolê got: “Îhtimala Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê derketin wê bê wateya ku cudabûna ji nirxên hemdem ên cîhanê û rewakirina şideta li jin û zarokan.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji rojeva esasî qetilkirina jinê ye. Di rewşekê de ku roj nîne ku mêr şidetê li ser jinê neke, Peymana Stenbolê ku Tirkiye sala 2011’an pejirandî û ji bo cezakirina qetlîam û şidetên li ser jinê pêk hatî, ketiye rojeva nîqaşê.

Ji Parêzerên Navenda Mafên a Jinan a Buroya Amedê Hatîce Demîr li ser şideta jinê/qetlîam û Peymana Stenbolê nirxandin kir.

‘SERWERIYA MÊR PIR ALÎ YE’

Parêzer Hatîce Demîr diyar kir ku şidet encama têkiliya hêzê ya mêr e û pirsgirêkek e. Demîr anî ziman ku serweriya mêr a li ser jinê pir alî ye û got: “Aliyê xwe yê çandî, dîrokî û aborî ye. Şideta li ser jinê ne ji derdê man û nemanê yê desthilata siyasî û şêweyê wê yê îdeolojîk ne cuda ye. Her ku jin di warê mafê xwe de bi zanist dibin, rêbazên têkoşînê yên bi astengiyên brîokrasî re pêş dikevin, tevnên piştevaniyê pêş dikevin ji aliyê mêr û desthilatê ve ev yek weke gef tê dîtin. Rêznegirtina ji bo azadiya jinê û qedera xwe bi xwe diyarnekirinê rê li ber zêdebûna şidetê vedike.”

‘ŞIDET Û DESTDIRÊJÎ JI HEV NE CUDA NE’

Demîr bal kişad ser şideta li ser jin û dîsa destdirêjî û destavêtin jin û zarokên keç û wiha pêde çû: “Şideta li ser jin, dîsa destdirêjî, destavêtin û tundiya li hember zarokên keç tê kirin ji hev ne qût e. Di çanda mêr de jin û zarok ne weke kirde, ji bo domandin xwe weke teşe lê dinêrin. Ev meyzandin şidetê bi xwe re tîne. Her wiha refleksên parastina paradîmaya civakî ya paşverû ya desthilata siyasî navendên hilberandina şidetê ne.

‘PEYMAN TÊ WATEYA TÊKOŞÎNA BI BÊCEZATIYÊ RE KIRINÊ’

Gunay bal kişand ser bicihanîna Peymana Stenbolê û got: “Peymana Stenbolê peymaneke ku her cûre tundî û tundiya navxweyî ya li ser jinê ku sala 2011’an li Stenbolê ji bo îmzekirinê hatiye vekirin, Tirkiye a ku yekem welat e destpêkê îmze kirî û hemû bend qebûl û erê kiriye. Peyman li ser 4 xalên bingehîn hatiye avakirin; ‘Pêşiya tundiyê girtin, parastina mexdûr, li pey berpirsê tundiyê çûyîn ango bê ceza nehêlî û li dijî şidetê polîtîkayên bi bandor pêkanîn.’ Li ser bingehê peymanê têkoşîn bi newekhevî, cihêkarî, zayendiya civakî, bê cezatî û çanda tundiyê hildiberîne kirine. Desthilat ji bo tabloya di vê mijarê de neyê famkirin, di salên dawî de veşartina daneyên îstatîkî kiriye polîtîkayek. Li dijî vê rêxistinên jinan, tundiyê kifş dikin. Ji bo Peymana Stenbolê û parastina mafê xwe yê bi yasaya 6284’an bê pêkanîn serlêdanên pêwîst û têkoşîn dike.”

Demîr bi domdarî got: “Îhtimala Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê derketin wê bê wateya ku cudabûna ji nirxên hemdem ên cîhanê û rewakirina şideta li jin û zarokan. Pêkanîna ku jin û zarok ji tundiyê dûr bijîn, parçeyeke neyê cudakirin a mafê bingehîn ên gerdûnî ye.”

‘DARAZ HIŞMENIYA MÊR ESAS DIGIRE’

Parêzer Demîr bal kişand ser helwesta darazê ya li ber sûcên destdirêjî û tundiya li jinê û ev nirxandin kir: “Helwesta darazê hişmendiya mêr esas digire. Pêkhateya hevpar a parastina hemû mêrên berpirsên tundiyê vê nîşan dide. Di hemû kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê tên kirin argûmanên ku mêr xwe lê digirin wek hev ne tesaduf e. Hincetên rewakirinê ya mêr ên weke ‘guh neda gotinên min’, ‘serî li ber min netewand’, ‘şev derket derve’, ‘wiha li xwe kir’ û ‘got xwarin amade nakim’ hemû jî argûmanên mafê jinê binpê dikin in. Mixabin ev hincet ji aliyê darazê ve tên guhdarkirin, dem bi dem jî tên rewakirin.

ÇARESERIYA KU PÊŞIYA TUNDIYÊ BIGIRE

Herî dawî parêzer Hatîce Demîr ji bo çareseriya pêşîgirtina qetlîamên li ser jinê û tundiyê jî ev got: “Mixabin formîlekî vê ya tenê nîne. Divê destpêkê çavkaniya tundiyê ya li ser jinê newekheviya zayendî ya civakî bê qebûlkirin. Mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li jinê weke ku di Peymana Stenbolê de hatî nîşandan, tam bê kêmanî bê bicihanîn. Di serî de siyaset û hemû dînamîkên civakê armancên wan ji bo jin wekhev ji mafên mirovan sûdê bigire, bihêz bibe û bi awayekî serbixwe bê pêkanîn. Divê dewlet di têkoşîna li dijî tundiya li jinê, van prensîban bipejirîne û li ser vî bingehî ezmûn û gotinên jinên li qadan kar dikin polîtîkayên yekparebûnê pêş bixe.”