Li Mêrdînê jina ku tê îddîakirin xwe întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Berîn Alca ya ku li Artûklûya Mêrdînê îddîa dikirin ku xwe întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Jina bi navê Berîn Alca ya ku li Taxa Yenîşehîr a girêdayî navçeya Artûklûya Mêrdînê, tê îddîakirin ku xwe bi çeka bavê xwe întîhar kieiye. Alcaya ku piştî bûyerê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, bi rûxmê hemû mûdaxeleyan jî nehate rizgarkirin.

Wê cenazeyê Alça li Goristana Kamûr a Artukluyê bispêrin axê.