Berxwedana ciwanan didome, YCWK’ê banga çalakiyan kir
Yekîneyên YCWK’ê yên li Wan û Êlihê, li dijî derbeya qeyûm di tevahiya şevê de çalakiyên xwe domand. YCWK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku dakevin qadan û li ber xwe bidin.
Yekîneyên YCWK’ê yên li Wan û Êlihê, li dijî derbeya qeyûm di tevahiya şevê de çalakiyên xwe domand. YCWK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku dakevin qadan û li ber xwe bidin.
Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê û tecrîda li Îmraliyê, li Bakurê Kurdistanê çalakî didomin.
Yekîneyên YCWK’ê yên li Wan û Êlihê, di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin” de çalakiyên xwe domand.
Yekîneyên YCWK’ê li gelek nuqteyên Wan û Êlihê di tevahiya şevê de li hemberî polîsan şer kirin.
YCWK’ê got, “Yekîneyên me yên ku gelek çalakî lidar xistin, li her qadê pêşengiyê ji gelê Kurd ê welatparêz re dike. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li hemû qadan xwedî li nirxên xwe yên têkoşînê derbikevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, peyama ‘şerê gel ê şoreşgerî’ hate dayîn.