Li Îzmîrê destgîrkirina jinan hate protestokirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê destgîrkirina jinên ESP û SKM’ê protesto kirin.

Li Îzmîrê destgîrkirina Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Hatîce Denîz Aktaş û endamên Desteya Rêveber a Navendî hate protestokirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê li dijî destgîrkirinan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da.

Berdevka Meclîsa Jinan Dîdar Gul diyar kir ku êrîşên li ser jinan didome û got ku, “Desthilatdarî her roj jinan destgîr dike û dibêje qey wê wan bêdeng bike.  Divê were zanîn ku ev polîtîkayên zextan hêza me jinan kêm nake. Em ê destûrê nedin polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike.”

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî operasyonên li ser Komeleya Jinan a Rosayê û Tevgera Jinên Azad bi bîr xist û diyar kir ku ev operasyon dijminatiya jinan dike. Koçyîgît got ku, “Çi qasî zext hebin jî em ê dev ji Peymana Stenbolê û qanûna 6284 bernedin. Divê hevalên me yên jin serbest werin berdan.”