BI DÎMEN

Li Şehbayê Berxwedana li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin

Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê, Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê meşek girseyî lidar xistin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Êlih, Xelfetî, û Mêrdînê, bi pêşengtiya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê bi girseyî gel, endamên hemû sazî û desteyên Kantona Efrîn-Şehba li Gundê Kefer Garis a girêdayî Navçeya Ehdas meşiyan.

Meş ji gundê Kefer Garis bi dirûşmeyên ''Bi rêgezên şerê gel ê şoreşgerî em ê hemû tax û şaredariyan bikin qada têkoşînê'' û ''Rêya aştî û demokrasî bi desteserkirina wezîfeya serokên şaredariyan nabe”, “Planên we wê têk biçin” û ''Bijî berxwedana Bakurê Kurdustanê'' destpê kir. Heta avahiya Yekîtiya Şeredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê dewam kir.

Li pêşiya avahiya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehba piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehba Henîf Sîdo û Fatmê Îbrahîm axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de, berxwedana li Bakurê Kurditsanê hate silavkirin û êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê hatin şermezarkirin.

Her wiha ev peyam jî hate dayîn, “Em weke şêniyên Rojavayê Kurdistanê her tim li pişt berxwedana li Bakur in û çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ê tevahî şaredarî û saziyên xwe bikin qada berxwedan û çalakiyan. Em ê li her cihê piştgirî bidin Şaredariyên Bakurê Kurdistanê.''

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ''Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê'' bi dawî bû.