Qirkirina li ser jinan hate protestokirin

Li bajarên Dusseldorf û Berlînê yê Elmanyayê qirkirin û tecawiza li ser jinan hate protestokirin.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê meclîsên jinan qirkirin, tecawiz û êrîşên  zayendî yên li ser jinan protesto kirin.

Çalakî li Schadowplatzê hate lidarxistin û Buroya Aştiyê ya Jinan a Cenî û çalakgerên Turkeî Zentrûmê tevlî çalakiyê protesto kirin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê jî cînayetên li ser jinan, êrîşên tecawiz û zayendî hate protestokirin.

Çalakî duh li Nollendorflatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên ‘Em ê nebin namûsa tu kesî, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Em ê qetlîama li ser jinan bidin sekinandin’ hate berzkirin.