Şîddeta li ser jinê li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de şîddeta li ser jinê hate protestokirin.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel çalakiyek li dar xist. Vê çalakiya 13’emîn saet di 17.00’an de li Avendûnkplatzê hate lidarxistin.

Rehşan Yildirim di çalakiyê de axivî û cînayetên li ser jinan ên li Tirkiye û dinyayê şermezar kir.

Yildirim got ku, “Wê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd li ser bingeha xweparastinê bersivê bide vê feraseta tecawizkar û mêtinger. Em feraseta tecawizkar a dewleta Tirk û çeteyên nalet dikin û bang li gelê xwe û jinan dikin ku bila di vî warî de bihistyar bin.”

Di çalakiyê de sloganên “Jin, jiyan, azadî” û “Na ji şîddeta li ser jinan re” hate hate berzkirin. Wê hefteya bê dîsa çalakî were lidarxistin.