Piştî çalakiya li Stenbolê 8 jin hatin destgîrkirin
Piştî Forûma Peymana Stenbolê ya ku hatibû astengkirin, Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros jî di nav de 8 jin hatin destgîrkirin.
Piştî Forûma Peymana Stenbolê ya ku hatibû astengkirin, Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros jî di nav de 8 jin hatin destgîrkirin.
Jinên ku betalkirina Peymana Stenbolê protesto kirin, li Parka Abbasaga a Beşîktaşa Stenbolê xwestin forûmekê li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku ‘Qedexe ye’ forûm asteng kirin. Jin heta Qada Barbarosê meşiyan û li vê derê forûmek li dar xistin.
Piştî forûmê jin li vapûr û kafeyan hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku heta niha Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros, Tûgce Canbolat, Tûgce Ozçelîk, Ruya Kûrtûlûş, Ferîde Eralp, Fûlya Dagli,Tulay Korkûtan û jineke navê wê nehate diyarkirin, hatine destgîrkirin.