Jinên HDP’yî: Em bi hev re dengê xwe bilind bikin

Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sûltangaziyê, li hemberî zêdebûna cînayetên jinan û niyetê xwe vekişandina hikumetê ya ji peymana Stenbolê çalakî li dar xist.

Jinên HDP’yî li pêşiya dibistana Amadeyî ya Şaîr Abay a Stenbolê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankartên “Jin jiyan e, jiyanê nekuje, êdî tehemula me ji tacîz, destdirêjî û cînayetên jinan re nemaye” hate hilgirtin.

Endama Meclîsa Jinan a HDP ya Sûltangaziyê Guldem Dogan axifî û diyar kir ku careke din dîtin ku bi qetilkirina Pinar Gultekîn re zagonên ku jinê ji şîdeta zilam diparêze li ser kaxezê maye.

Dogan bertek nîşanî nîqaşên betalkirina peymana Stembolê da ku heta niha çarçoveya hiqûqî ya herî temamker e ku hikûmeta Tirkiyê li hemberî şîdeta li ser jinê diyar kiriye û got: “Em jin em ê ti carî îcaze nedin ku Peymana Stenbolê were betalkirin, bervajî em ê di pêkanîna wê de bi israr bin. Em jin em ê rê nedin polîtîkayên dijminê jinan in. Em ê li her derê û li her platformê têkoşîna xwe bidomînin.”