Taşdemîr: Jin bi hev re xurt in

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr got, ''Me hemûyan bi hev re dît ku jin bi hev re xurt in.''

Meclîsa Jinan a HDP'ê bi tevlêbûna parlamenteran, Meclîsa Jinan a HDK'ê, Meclîsa Jinan a DTK'ê, Komîsyona Jinan a DBP'ê, Lijneta Jinan a Rêveberiya Xwecih a HDP'ê, Rizgariya Jinan, SKM, jinên SODAP'î, Meclîsa Jinan a SKYP, TJA, Jinên Çepgir ên Kes fînala kapmanyaya ''Têkoşîna Jinan li Her Deverê'' kirin.

Taşdemîr li Parka Kugulu a Enqerê axivî û got, ''Me bi hev re dît, jin bi hev re xurt in. Dema kampanyayya me me giringiya piştevaniya jinan, rêxistinkirina hêza xwe, hevkariya li dijî polîtîkayên bi dijminatiya jinan û hişmenidya darbekar dît.''

Taşdemîr her wiha got, ''Êrîş wê nebin asteng ku em werin cem hev'' û diyar kir li gel her cure êrişên faşîst, milîtarîst, hişmendiya zayendîparêz a mêr ya ku vîneke ji pola daye wan, ew li ser piyan hiştine hêvî û azweriya wan a têkoşînê ye.

Taşdemîr dawiyê bang li deshilata Tirk kir û got, ''Em ê mafê xwe bi hêviya we ve nehêlin! Em jin bi hev re xurti n.