Li Kurdistanê kiryarên destdirêjiyan: Faşîzma AKP-MHP

Li Kurdistanê tecawîzkar bi awayeke rast an ne rast ji aliyê dewletê ve tê rêxistinkirin. Ji ber wê divê rê neyê dayîna ti êrîşên ku wek ‘bûyer’a takê zilam bê temaşekirin yan jî bê gotin. Pêşxistina parastina cewherî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Faşîzma AKP-MHP yê ku ji serî heya binî wek nûnerê çanda destdirêjiyê ya pênc hezar sale komê ser hevdu bûye, ji bo jinan metirsiyeke mezin e. Hişmendiyek welê serwer e ku heta nikare peymana Istenbolê ya hê pêk nehatî û tê de pîvanên heya dawî lîberal derbarê jinan de hatine pejirandin hezim bike. Yên li ser jin û zarokan şîdetê bikar tînin û destdirêjiyê dikin, wana di girtîgehan de ji nû ve zindî dikin û bi lîstokên yasayan wana ji bo ku mîna dirindeyan jinan qetil bike serbest berdan. Hemû wek perçeyek ji siyasetên qirkirinê tên bikaranîn.

Statîstîkên ku nîşan dide destdirêjîkirinên li ser jin û zarokan ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hezar qatî zêde bûye, gihîştiye qonaxekê ku êdî nikarin veşêrin. Êrîşên wan yên li hemberî destkeftî û meclîsa jinan ya ku bi pêşengtiya wekîl û meclîsa jinan a HDP li parlementoyê hatî pêşxistin û êrîşên li hemberî tevgera jinan jî girêdaye vê yekê ye. Serok wekîla koma AKP ji bo jinên HDP’yî bi gotina; ‘Wisa diyar dikin ku tu yê bêjî qey tenê wana têkoşîna jinan bi rêvedibin. Jin di qonaxa AKP’ê de karî bêhn bistîne’ êrîş dike û hewl dide dijminatiya xwe ya li hemberî jinan bi maskeya jin binuximîne.

NE BÛYER E, KONSEPTEK YA DEWLETÊ YE

Çanda destdirêjiyê ya rojane wendabûn, rewandin û destdirêjiyên ku li pey hev çêdibin, polîtîkayên qirkirin û faşîzma AKP-MHP’ê ne. Li Kurdistanê destdirêjkar bi awayek rasterast û ne rasterast ji aliyê dewletê ve tê rêxistinkirin. Ji ber wê yekê pêwîste qet destûr neyê dayîn ku temaşe û behsa ‘bûyer’ ên zilam neyê kirin. Gotina; ‘Hewldana tecawûzê’ jî li beramberî êrîşên li ser jinan bê wateye. Çi demê tecawûz tê kirin? Ma dema bi zorê temas bi vajinaya jinê re hate kirin e? Tecawûz faşîzmeke û hemû êrîşên derveyî îradeyê û mudaxelekirina fîzîkî yan jî manevî be, tecawûze. Tecawûza fîzîkî, di çanda tecawûzê de wekê şêweyê herî berbiçav tê pêkanîn. Tecawûz li her cihê ku desthilatî lê heye ye û niha jî faşîzma AKP-MHP’ê ji bo desthilata xwe ya li dijî jinê li ser lingan bihêle her tiştî dikin, destûr dide ku zilam her tiştî bike. Dixwaze bi êrîşên tecawûzê îradeya jinê bişkîne. Di rastiya xwe de di şexsê jinekê de hemû jin û civak rastî tecawûzê tên. Dema di şexsê her jin û zarokan de li Kurdistanê rastî tecawûzê tên, her wekû hemû Kurd rastî tecawûzê hatîn. Vê bandoriya wiha dizanin ji weke leşker-polîs, cerdevan û hîşedarên tecawûzkar ên elemanên dewletê tînin Kurdistanê erkdar dikin.

DI MEDYA CIVAKÎ DE LORÎNÊN ŞERÊ LI DIJÎ JINAN

Çeka herî mezin a dewlet, zayendperesat û faşîzm li dijî jinê bikar tîne medya ye. Di çarçoveya şerê taybet de medya ji bo çand û rejîma tecawûzkar li ser lingan bihêle li dijî çanda civakî hertim weke lorîna şer dixebite. Ji diziyan em bigrin heta bernameyan, hedefa wan a bingehîn qirkirina jinane. Nûçeyên zihniyet, ziman û şêweyê wê ji bo hebûna jinê tûne bike hemû atmosferan pêktîne û rêgezên wê jî di nav de hemû rolê perwerdê digre ser xwe. Hema wekî metayê pêşkêş dike bi rûxmê felaketa koronaya belavker û rê li ber krîzên civakî vekirî bedena jinê pêşkêşî bazarê dikin. Ev jî bi elmasiyan, maskeyên li gorî cilan, bi makyajkirina maskeyiyan dike. Di pêvajoya felaketa koronayê de ji bo ku bi ser çend jinên hatîn qetilkirin re bigrin ev rêbaz derxistin pêş. Li vir mebest ewe ku jin çiqas keyfxweşin û weke nabin mexdûrê hemû felaket û qetlîman, tê xwestin ku ruyê li gorî pêvajoyê û keyfxweş bi afirîne. Li aliyê din berdevk, qelembidest û trolên desthilata AKP-MHP’ê bi erkdarên xweyên tetîkkêş, propogandaya şerê taybet li dijî tevgerên bexwerdêr û yên ku di medya dagirkirî de azadiya jinê bi israr dikin. Heta ku destûr nadin dengek biçûk ê cuda jî derbikeve.

Li herêmên aborî, siyasî, çandî, îdeolojî-felsefî heta jiyan civakî hatiye rewşek wisa bi helwesta serweriya xwe li ser jinê dizayn bike. Jin di bin dorpêçek pir mezin de ye û heta nahêle ku nefesê jî bigre.

Jin ev bi hezaran sale li dijî polîtîkayên zihniyeta zordar û qirker di nava berxwedaniyek bi heybet de ye. Her tim ji bo li dijî desthilata zilam û azadiyar xwe derketine hatine hedefgirtin.

PARASTINA CEWHER GIRINGIYA JIYANIYE

Wekî Rêber Apo jî dayî diyarkirin, ji bîrnekirina di çarmixê de jiyîn, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li hemû deveran pêşxistina parastina cewherî girîngiya jiyaniye. Ji bo rêyên parastina weke hebûna wê bi fîzîkî, îdeolojî-felsefî, aborî, çandî û siyasî, pêwîste bi hêz em rêbazên wê pêş bixin. Ji her çi aliyekê ve êrîşek bê li ser jinê bila bê, pêwîste beramberî wê tiştek hebe. Li beramberî van êrîşên pêşketî pêwîste em ji bîr nekîn ku ev êrîş dewlet û navendên şerê taybet ên desthilatê dike. weke şerê li dijî jinê zihniyetek bi rêxistin kirî û ji nûneran li hêvî mayîna hesabê van êrîşan pirsîn, li hêvîmayîna hesab pirsîna dagikerî ji dagirker, ji tecawûz karî tecawûzker şaşitiye. Ji bo azadiyê li dijî vê çanda tecawûzê hetanî hûcreyên me pêwîste e di nava şer de bin.

Berxwedan û têkoşîna di bin pêşengiya Tevgera Jinê de tê pêşxistin, ji bo hemû civakê kelecanê pêşdixe. Faşîzma AKP-MHP ji ber ku li berxwe dide jinê dixe hedef. Bi qasî destkeftiyên bi berdêlên mezin hatîn bi destxistin, ji bo parastina van destkeftiyan xwe rêxistin kirin û xwe rêveberî pêşxistin wê bi me mezin bide qezenc kirin. jinên Kurdistanî û Tirk tenê bi têkoşîn kirin, rêxistinkirin û yekgirtina çalakiyên bi bandor bê pêkanîn wê bi hêz be. Gorçû pêç ger ku li herêmên polîtîk dijî hêzên deshilata AKP-MHP’ê ya xwe bi çanda tecawûzê gorç û pêç kiri bê qezenc kirin, wê çanda demokratîk li hemû herêman wê serwer bimîne.

AZADIYA ME BI RÊBER APO RE BI HEV VE GIRÊDAYE

Di rastiyê de şerê ku li hemberî jinan tê birêvebirin, li hemberî Rêber Apo ku li dijî modernîteya kapîtalîst û çanda destdirêjiyê berxwe dide û felsefeya azadiya jin tê meşendin. Rêber Apo bi felsefeya modernîteya demokratîk ku azadiya jinê digire navenda xwe, wek sîstemek alternatîf di asta cîhanê de ji ber ku li dijî xwediyê qefesên pilingan têkoşîneke bê eman dimeşîne di sîstema êsîrtiyê ya teqez de tê ragirtin. Rêber Apo sîstema tecrîda teqez weke ku li çarmixê hatibe xistin nirxand, ji me jinan re jî got ku; ‘Hûn jî weke min di çarmixê de ne’. Ji hemû cîhanê re da nîşandan ku ji bilî bijardeyên qefessa piling, çarmix û teslîmiyetê yê desthilatên zalim, bijardeyekî din jî heye. Ji jinan bawer kir, da bawerkirin û ev bijardeya ku dixwestin bidin ji bîrkirin jî pêk anî. Berxwedan, bi kerameta xwe jiyîn û azadî. Azadiya Rêber Apo û azadiya jinan bi hevudu ve girêdaye. Ev tespîte pir girînge ango heta ku Rêber Apo azad nebe vê jin jî nekaribin azad bibin. Bi pêşxistina xeta têkoşîneke bi bandor ya bi zanebûna “Rêbertiya me azadiya me ye” vê komplo û tecrîdê ji holê rake.

Şerê cîhanî yê 3’emîn bi komployên li hemberî jinê wek şerê şikandinê tê birêvebirin. Jin dizanin ka bê wê şerê bi aliyê jinê de bi azadiyê tacîdar bikin.