Rêbazeke şer: Destavêtin-2

Tirkiye ya ku di doza Şukran Aydin de mehkûm bûyî bi rojan doza N.Ç ya 12 salî axivî lê di dozan de ku heta bi demeke nêzîk jî dom kirin hiqûqa navxwe tim xitimî.

Di bûyerên tacîz û tecawizê de yên li Kurdistanê her çendî hin doz çûbûn DMME’yê jî encam jê nehate girtin, doza Şukran Aydin kir ku Tirkiye were mehkûmkirin.

Doza Şukran Aydin û Şukran Esen ji gelek aliyan ve dişibiyan hev. Aydin jî weke Esen li qereqola Dêrikê tecawiz lê hatibû kirin û bersûcê dozê dîsa Mûsa Çîtîl bû.

Şukran Aydin ku wê deme 16 saî bû, 1993’an Hezîranê li gel bav û jinbira xwe li gundê Taşikê ya Dêrikê ya Mêrdînê hate destgîrkirin. Aydin piştî ku çar rojan destgîrkirî ma hae berdan, li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilihê Fermandarê Jandarma ya Dêrikê Mûsa Çîtîl kir, ku tecawiz lê kiriye. Lê dozgeriyê derbarê dozê biryara neşopandinê da.

DOZ ÇÛ DADGEHA LEŞKERÎ

Li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Mêrdînê doz 6’ê Mijdara 1997’an dest pê kir, bi hinceta delil kêm in, biryara bereatê li ser Çîtîl hate standin. Ji bo ku ev biryar were xirakirin parêzeren Aydin û dozger serî li  Daraza Bilind dan. Daîreya Cezayê ya 5’an a Daraza Bilind got li gorî Yasaya Cezayê ya Leşkerî doz ya Dadgeha Cezayê Giran a Leşkerî ye û biryar li ser da ku divê dadgeha bilind biryara nepeywirdariyê bide. Li dawiya darizandinan Çîtîl dîsa beraat kir.

ÎHD’ê û parêzerên Aydin doz bidin DMME’yê. DMME’yê li gorî darizandinan biryar li ser da ku Tirkiye li gorî îdîayan lêkolînên hewce nekiriye û rapor ji bo Şukran Aydin nestandiye 25 hezar sterlin ceza li Tirkiyê birî.

HIQÛA NAVXWE LI ÇAREYÊ NEGERIYAYE

Komîsyona Mafê Mirovan a Ewropayê di serlêdana Aydin da amaje pê hate kirin ku Aydin ji bo ku Kurd e cihêkarî lê hatiye kirin, lêpirsîneke karîger nehatiye kirin, di hiqûqa navxwe de çare nehatiye dîtin:

 -Şukran Aydin bi renge cihêkariya doza li ser nîjat, nasnameya etnik, çavê wê hatiye girêdan, hatiye tazîkirin, kirine nav tekerekî ku dixindir, lê dane, şeqam avêtinê û pehîn avêtinê; her wiha di ava şidiyayî ya cemidî de hatiye hiştin, gef lê hatiye xwarin û tecawiz lê hatiye kirin. Ev binpêkirina xala 3’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewrropayê ye.

-Hatiye astengkirin ku dadgeheke karîger were danîn. Ev binpêkirina xala 6’an e.

-Li ser binpêkirina mafan di hiqûqa navxwe de li çareyê negeriyane. Ev jî binpêkirina xala 13’an e.

TIŞTEKÎ KU FEDÎ BIKIM NÎNE

Aydin 2015’an ji Filîz Koçalî re axivî, Aydin di hevpeyvînê de ya di Bîanetê de got: ‘’Bûyer roja min a pêşî ya li wir çêbû. Çavên min girtî bûn, tim girtî bûn. Min kesek hîs kir. Dema ku diqêriyam li min didan. Ez tim diqêriyam, wî jî tim li min dida. Pir tirsiyam, pir. Piştre zilam çû. Careke dî nehat. (…) Tiştên ku bi sere min hatine ne sûcê min e. Berê min pir fedî dikir.  Tiştekî ku fedî bikim nîne.’’

DOZA ŞERMÊ

Doza N.Ç ya 12 salî li nav raya giştî weke doza şermê hat ezanîn. Tecawizkar ne tene polîs û leşker bûn. Gelek memur, cerdevan, şexs jî bûbûn parçeyên tecawiza sistematik. Di doza N.Ç’ê de ya 2002’an li Mêrdînê 31 kes tevlî tecawîz û îstîsmara zayendî bûbûn.

Kesên ku tevlî tecawiz û îstîsmarê bûn:

 Recep Sakız (Midûrê Karê Nivîsan a Qeymeqamiya Qoserê), Ersun Erdemir (efserê ku ji ber îrtîcayê hatî îxraçkirin), Selman Aydın (memûrê dewletê), Enver Andaç (Zabita), Şeyhdavut Dora ( zabita), Şeyhdavut Oruç (memûrê şaredariyê), Cuma Uras (Midûriyê Şûbeya Vaqifan a Mêrdînê) Mahmut Temeli (Serokê Odeya Zîreatê), Azat aydın (efser), Umit Ergin (Alîkarê midûrê dibistana seretayî), Mehmet Seyitoglu (weznedar), Teyyar Salman (Şefê Midûrtieya Karê Daristanê), Hamit Aydın (Weznadar), Hamit Abdulşametoglu (xwedî kargeh), Ali Aksoy (kare serbest), Ahmet Gunay ( karkerê TEDAŞ’ê), Osman Çakır (xwendekarê zanîngehê) Harun Uras (muhxar), Selahattin Kuray (serbest), Şemsettin Asla, Burhan Ertaş, Şeyhmus Cansın, Şeyhdavut Anuk, Nizam Denli, Sabri Ajak, Rıdvan Bayraktar, Rıdvan Abdulsemetoğlu, Suleyman Goka.

CEZAYÊ KÊMKIRÎ DANE WAN

2003’yan 23 jê girtî doza bi sûcê tecawizê ya 31 bersûcan dest pê kir, lê piştî danişîna çaran piraniyan bersûcan hatin berdan. Darizandin nêzîkî 10 solan domand, her yeke 5 salan ceza li 24 kesan hate birin, bi kêmkirina halê baş ceza anîne 4 sal û 2 mehan, 4 sal û 10 mehan. Dadgeha Cezayê Giran ê 1’ê yê Mêrdînê got, tiştên ku bûne bi ‘razîbûn’ê bûne. Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind jî biryara dadgeha xwecih pejirand. Bi pejirandina Daîreya Cezayê ya 14’an a Daraza Bilind doz hate girtin û faîlên ku diviya bi kêmanî 5 sal ceza bistandana di navbeyna 1 sal û 8 meh û 5 salan de ceza standin .Doz çû DMME’yê.

EZ TIRK BÛMA WÊ EYNÎ TIŞT BI SERÊ MIN BIHATA?

Ereken Keskîn gotinên N.Ç’ê yên ku nameyeke têkilî dozê nivîsîbû bi raya giştî re par ve kir. N.Ç di nameyê de got, ‘’Heke ez Tirk bûma ev ê bi serê min bihatana?’’ û di nameyê de got: ‘’ Ez 13 salî bûm. Hê bi zaroktî tişta ku nehate serê min nema. Di 12 saliya xwe de ew qas zilamên di temenê bav û kale min de tecawizî min kirin, heft mehan bi zorê tecawiz kirin. Min ev heq nekir. Ez naxwazim were serê ti kesî. Her roj jiyana zarokan tarî dikin. Hûn dibêjin zarok teminata vî welatî ne. Heke ceza dabûna van bersûcan sibe wê eynî tişt bi serê zarokan nehate. Daxwaza me tenê ew bû ku sûcdar werin cezakriin. Heke ez welatiyê vî welatî bûma û Tirk bûma wê ev tişt bi serê min bihatana nizanim. Kirin ku her kêliya jiyana xwe vê êşê bijîm. Ji ber vê pergalê mixabin tim eynî êş jiyam û wiha mezin bûm. Dema ku dozê dest pê kirî  heke bi encam bibûya wiha nediwestiyam.’’