KJK: Hemû jinên li Îranê girtî ne divê werin berdan

KJK'ê bal kişande ser Zeynep Celaliyan û Suheyla Hîcab ku di girtîgehên Îranê de ketine girêva birçîbûnê û mamosteya Kurdî Zara Mihemed ku 10 sal ceza lê hatiye birîn û ji bo hemû jinên girtî werin berdan banga çalakiya aktîf û biplan kir.

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya niviskî de hemû kesên ku tevlî kampanyaya ji bo azadbûna aktivîsta Kurd Zeynep Celaliyan bûne slav kir, xwest ku kampya bêhtir were aktîfkirin û got, ''Ji bo berdana hemû jinên ji gelên din ku li Îranê girtî ne, di serî de Kurd, hemû gelên li Îranê divê bi rengekî çalaktir û bipilan çalakiyên xwe ji bo Zeynep Celaliyan, Suheyla, Zara Mihemed û hemû jinên Îranî geş bikin.''

TÊKOŞÎNA MIL BI MIL

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye: ''Li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jinê li ser felsefeya Rêber Apo geş dibe, mezin dibe û karîger dibe. Hemû cîhan bi heyranî li têkoşîn, berxwedan û wêrekiya jinên Kurd dinere û destek dide. Bi şoreşa Rojav re şoreşeke nû ya jinê çêdibe. Ev jin jineke wiha ye ku biryarê li ser jiyana xwe dide, li ber siha ti mêrî jiyana xwe saz nake, serbixwe ye. Bi vê çarçoweyê li hemû deverên cîhanê jinên Kurd şoreşa jinê ku bi Sakîne Cansiz re dest pê kirî bi rengekî teqez hîs dike û dijî. Her wiha hemû jinên ku li Rojhilata Navîn azadiyê dixwazin li gel jinên Kurd vê pêvajoya şoreşê dijîn û em bi hev re têdikoşin. Ji niha ve bi hevrêyên xwe yên jin ên Tirk, Ereb, Fars, Ermen, Sûryan, Efgan re bi hev re têdikoşin.

Li Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê jin ji hêla dîrokî ve her demê di nav tevgerên azadiya civakî de cih girtine. Tim di geşedana azadiya civakî de bi rola pêşeng rabûne.

Ji 1979'an, avabûna rejîma Îslamî ya îranê û vir ve li dijî azadî û mafê jinan şerekî mezin ragihandiye, jin kiriye pozîsyona zayenda duyan û pergala xwe ava kiriye. Mêrê serwerîxwaz û pergal li djî jinê pergaleke pir neheq ava kiriye ku li dijî jinê her heqî bi xwe re dibîne. Jin bi fizîk û ruhê xwe hatiye girtin. Ji bo ku jin nebin xwedî statûyeke azad, serbixwe, li ser jiyana xwe biryardar bi hişmendiyeke zordar, qedexear, zextlêker nêzîkatî li jinê kiriye. Ango bi polîtîkayên rejîma faşîst a Tirk e ku li ser Kurdan, jinan dimeşîne. Lê di dîroka gelên Aryen de hurmeteke mezin ji bo jinan heye. Lê di nav rejîma Îranê de rûdan berevajî vê ne. Nêzîkatiyeke wiha heye ku jinê weke mirov nabîne, weke cinsê duyan dibîne û li der dihêle.

Helbet di dîroka Îranê de li dijî kolekirina jinan her demê berxwedanî bûne. Ev berxwedan hê jî didome.

CELALÎYAN A DI GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ DE Û HÎCAB

Zeynep Celaliyan ji 2007'an û vir li Îranê girtiye. Rejîma Îranê ji bu Zeynep Celaliyan teslîm bigire êşkenceya fizîkî û psîkolojîk kiriye. Heval Zeynep her carê li dijî van êşkenceyan berxwedaniyeke mezin daye. Van salên dawî li gel ku di çav û gurçikên wê de nerehetiyên giran hene jî berxwedaniya xwe domandiye.

Herî dawî ji girtîgeha Xoyê hatiye derxistin, li gelek deverên Îranê hatiye gerandin û û herî dawî birine girtîgeha Kirmanê. Li dijî gavên li girtîgehan grêva birçîbûnê daye destpêkirin û ji 20'ê Hezîranê û vir ve didomîne.

Her wiha aktivîst Suheyla Hîcab ku ji Çileya 2018'an ve girtiye 16'ê Hezîranê dest bi girêva birçîbûnê kiriye.

Zara Mihemed a 29 salî, mamosteya Kurdî 23'yê Gulana 2019'an hatiye girtin û 10 sal ceza lê hatiye birîn.

JI BO BERDANA HEMÛ JINAN XEBATEKE AKTÎFTIR Û BIPLAN

Jinên Kurd hem ji bo ku jin in û hem jî ji bo ku Kurd in du caran zêdetir êşkene li wan tê kirin. Komara Îslamî ya Îranê jinan weke mirov nabîne, bi nasnameya wan a siyasî nêzîkatî li girtiyên jin dike. Dixwaze ku jin tim bi wê pozîsyonê bin ku tenê li malê zarokan bînin, xizmetê ji mêr re bikin û bi vê çarçoweyê nêzîk dibe. Hemû jinên ku hatine girtin jinên wiha ne ku ev pergal red kirine û li azadiyê digerin. Ji ber vê jî rejîm jinên ku bi nasnameya siyasî ne, bi kîneke mezin nêzîkatî li wan dike û polîtîkayên bi dijminatiya jinê bêsînor bi cih tîne. Her jina ku nirxê mirovî, sincî û wijdanî di nav têkoşîna civakî de jin digirin, weke dijminê potansiyel ê rejîmê têne dîtin û li gorî vê jin têne cezakirin û zext li ser wan tê danîn.

Em KJK çi kesê tevlî kampyaya ji bo azadbûna Zeynep Celaliyan bûne slav dikin. Li gel vê, ji bo ku ev kampanya zêdetir aktîf bibe û encamgirt be, bangli hemû parêzvanên mafên jinan, rêxistin û raya giştî ya demokratîk dikin ku dengê xwe bêhir bilind bikin.

Ji bo berdana hemû girtiyên jin ên li Îranê, di serî de gelê Kurd, hemû gelên Îranê bi çalaktir û bi planekê çalakiyên xwe ji bo Zeynep Celaliyan, Suheyla, Zara Mihemed û hemû jinên Îranê geş bikin.

Em bang li hemû jinên Fars, Acem, Azerî, Kurd, Belûc, Ermen, Şiî, Sinî, Yarsan dikin, ên ku li Îranê têdikoşin, ku bawerî, çand û nasnameyên cihê weke kana zengînbûnê were dîtin, bi hev re jiyana azad û demokratîk ava biin. Bi têkoşîneke hevpar derfetên geşkirina lêgerîna azadiyê û xurtkirina vê ji her demê zêdetir in. Bi vê çarçoweyê em bawer dikin ku jin wê têkoşîna xwe bi rengekî xurt, biryardar û bi rikdarî bikin, em serkeftiyên mezin ji wan re dixwazin.''