KBDH: Em bêdeng namînin, natirsin, rajêr nabin

KBDH'ê diyar kir, ku jin li dijî kuştinan kuçe û mewzî bernedane, barîkat xweş kirine û got, "Helbet em ê bi destê xwe pergala kapîtalîst patrîyarkal ku tecawiza li jinê û kuştina wê rewa dibîne, bavêjin ser sergoyê."

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ,''Em kuçeyan, mewziyan bernadin, barîkatan xweş dikin. Herî dawî çalakiya me ya li Çelê çalakiya tolhildanê ya hemû jinan, Pinar, Fatma, Gonul û Seher e.''

KBDH'ê di daxuyaniya niviskî de got, ''Jin li dijî tacîz, tecawiz, îstîsmar û kuştinan raperîna xwe  bi hêrsa we li kuçeyan li diî pergala kapîtalîst a patrîyarkal bi dirûşma ''em bêdeng nabin, natirsin, rajêrî nabin' diqêrin'' û diyar kir ew ê pergala kapîtalîst bavêjin ser 'sergoya dîrokê.''

KBDH'yê got dewleta Tirk kujerên jinan bi necakirinê xelat dike, diyar kir leşker û çeteyên dewleta  Tirk li Rojava, Heftanîn, Bakurê Kurdistanê weke stratejiya şerê taybet a tecawizkar têne bikaranîn, li dijî jinên ku hatine êsîrkirin an jî qetilkirin her cure êşkenceya cinsî dikin, bi bêtêlan her cure heqaretê dikin, KBD'yê got li dijî vî sûcê mirovahiyê û gefan bersiva wan dibe berxwedan.

KBDH'yê her wiha got, ''Em kuçeyan, mewziyan bernadin, barîkatan xweş dikin. Çalakiya herî dawî ku me li Çelê kiriye, alakiya tolhildanê ya hemû jinan, a Pinar, Fatma, Gonul û Seher e.''