HDP'ê bang li jinan kir ku werin forûma li Gundogduyê

Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya HDP'ê beriya forûma li Meydana Gundogdu bi jinan re hate cem hev, ji bo forûmê banga tevlêbûnê kir.

Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çarçoweya 'Kombûna Demokrasiyê' beriya forûma sibe ya ku wê li Meydana Gundogdu pêk were bi jinan re hate cem hev. Hevdîtin li Çankaya li kafeyekê bû û hin parlamenterên jin ên HDP'ê jî hazir bûn.

Wekîla HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li ser girtina Hevseroka ESP'ê û jinên SKM'ê helwest nîşan da, operasyonên destgîrkrinê şermezar kir, diyar kir ew ê li dijî faşîzmê têbikoşin.

Wekîla Mûşê ya HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî ji bo ku Peymana Stenbolê bûye hedef helwest nîşan da û got ew ê li Tirkiyê û cîhanê ji bo ku pergala mêr biguherînin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Wekîla HDP'ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbay jî bang li jinan kir ku 27'ê Tîrmehê li Meydana Gundogdu werin cem hev.