Jinên girtî nabin nexweşxanê

Zextên li ser girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê didome. Girtiyên nexweş ên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan nabin nexweşxanê.

Malbatên ku serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan Enqerê kirin bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan. Girtiyan bi rêya malbatan pirsgirêken xwe gotin. Girtiyan gotin ji ber hêla vîrûsa koronayê girtiyên nexweş nabin nexweşxanê, xwestin ku girtiyên nexweş ên ku rewşa wan lezgîn  demildest bibin nexweşxanê.

Pinar Tîmtîk a ku kîsta Anakroîd di mêjiyê wê de heye, li gel ku divê bi rengekî perîyodîk ji hêla doktoran ve were kontrolkirin jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta hêla Covîd-19'ê nayê hiştin ku bibin nexweşxanê.

Diyar bû daxwazên girtiyan ên bi nexweşiyên kronîk ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayê bicihanîn, girtiya bi navê Gulşen Adet ku ji ber nexweşiya bawîbûnê dive li odeya hêwî nemîne, ji bo ku koxûşa wê were guhartin li gel ku serlêdan kiriye jî daxwaza wê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatiye redkirin.