Erzîncan: Tecawiz bi destê AKP-MHP'ê tê kirin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, got divê tecawiza bi destê çawişên pispor ên li Şirnex, Êlihê ya li ser jinên Kkurd jî divê têkilî dîroka komkuj-tecawizkar were nirxandin.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, got divê tecawiza bi destê çawişên pispor ên li Şirnex, Êlihê ya li ser jinên Kkurd jî divê têkilî dîroka komkuj-tecawizkar were nirxandin.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana PKK'ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve vejiyaye, di rêya azadiyê de pêşveçûn bi berdêlên mezin, bi ked û fedekarî û wêrekiyê pêk hatiye û niha jî ev têkoşîn bi rengekî bêhempa didome û got her çendî were xwestin ku qîmetê dîrokî ya bi pêşengiya Ocalan were nixumandin, ji rê were derxistin jî xebatên azadiyê û nirxên ku hatine afirandin ev pûç kirine.
Erzîncan her wiha diyar kir têkoşîna azadiya jinên Kurd, têkoşîna wê ji ber paradîgmaya jiyana azad, ji ber dîrokiya cografyaya ku lê dijî û çanda civakî her ku diçe dibe xwedî nasnameyeke gerdûnî.
Erzîncan bi berdwamî got îdîaya wan ew e ku sedsala 21'ê bikin sedsaa jinê, ew têkoşîna wê didin ku dîroka ku jinê dike metayê berevajî bikin û têkoşîna bûneweriya jinê didin û domand, ''Ji vî alî ve têkoşîna jiyanê ya Serok Apo, dîroka PKK'ê bi gewherê xwe ve bi jinên Kurd û di şexsê jinên Kurd de, dibe dîroka ji nû ve vejînê ya hemû jinan, gelên ku komkujî li ser wan hatî kirin û baweriyên ku têne çewisandin. Problemên azadiya jinê nakokiya sereke ya sedsala me ye.''
'SOSYALÎZM BI TÊKOŞÎNA JINÊ BÛYE HÊVÎ'
Erzîncan diyar kir îro li Rojava şoreşeke jinê heye, ya ku îlhamê dide vê, ya ku tecrûbeyên xwe daye vê û jê re bûye rênîşandar tevgera azadiyê bixwe ye, di serî de Sakîne Cansiz ku bi serê vê têkoşînê de xwedî roleke girîn bû û pêşengiya şoreşa jinê kiriye, bi bîreweriya jinan a li Bakurê Kurdistanê, bi rêxistiniya wê û çalakiya wê asta ku hatî afirandin gaveke mezin daye ber xwe.
Erzîncan got di ti şoreşên cîhanê de bi qasî ku di şoreşa Kurdsitanê de bi rola xwe rabûye, jin ti caran wiha bi roleke stratejîk û bi peywir û berpirsyariyeke stratejîk ranebûne û got, ''Em xwedî rastiyeke têkoşîna jinê ya bi wî rengî ne ku rasterast karîgeriyê li ser Rojihilata Navîn dike.'' Erzîncan wiha domand: ''Em weke hêza stratejîk a hemû deman û hêmana sereke tevlî nav jiyanê dibin. Ev jî di dîroka mirovahiyê de cara pêşî pêk tê. Sosyalîzm bi têkoşînên azadiya jinê carake dî bûye hêvî, zindî bûye û pratîk bûye.''
'TÊKOŞÎNA JINÊ PÊŞENGIYÊ JI TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD RE DIKE'
Erzîncan bi berdewamî got, ''Xeta azadiya jinê, bi xebatên ku rêxistiniya vê biqulibînin ser pergala jinê, biqulibînin ser pergala civakî, bi modêleke mînak a dîrokî ya azadîxwaz pêşengiyê dike. Weke ku li Rojava xuya dibe di nav şoreşê de şoreş têne jiyîn. Di navenda xebatên azadiya jinê de têkoşîna azadiya Kurd geş dibe, pêşengiyê ji gelên herêmê re dike.
Endama Koordînasyoan KJK'ê Besê Erzîncan têkilî êrîşên zayendî û tecawizan yên bi destê hêzên çekdar ên dewletê ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li Tirkiyê geş bûne, diyar kir divê komkujiyên jinan, bûyerên tecawizê, ragihandina xwevekişîna ji Peymana Stenbolê bi vê çarçoweyê binirxîne û got, çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û bicihanîna Peymana Stenbolê hevlayenê hev in û têkilî hev in. Erzîncan got yên ku li Peymana Stenbolê xwedî derkevin divê li heqên gelê Kurd jî xwedî derkevin, ên ku ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd tedikoşin ji bo Peymana Stenbolê û heq û daxwazên din ên demokratîk jî divê têbikoşin û wiha, bi tekoşîna hevpar rêxistinî ya azadî û demokraisyê li Tirkiyê faşîzm dikare were paşvexistin.
'LI PIŞT TECAWIZAN HIŞMENDIYA YEKREG A HIŞMENDIYA ÎTTÎHAT TERAKKÎ'
Erzîncan got ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê temsîla faşîzmê dewleta Tirk dike, bi encama hevkariya bi çeteyên DAÎŞ'ê re çi devera ku destê wê digihiyê, terorîstan îxracî Sûriyê, Libyayê, Yemenê û hemû deverê cîhanê dike û vê jî bi navbeynkariya NATO'Ye ku hêza leşkerî ya pergala hegemonîk a globala dike.
Erzîncan got, ''Tifaqa nêr a serwer a AKP-MHP ya faşîst di şexsê jinên Kurd de, şer li dijî hemû jinan, li dijî gelên Rojhilata Navîn, baweriyan ragihandiye. Bi hişmendiya faşîst, qubede ya bi senteza Tirk-Îslam bi îdîa û hewldana avakirina Tirkiyeyeyek nû ne.''
Erzîncan diyar meseleya ku Ayasofya kirine mizgeft, tecawizên li ser jinên Kurd, li ser zarokan ên bi destê çawişên pispor ên Tirk, kuştinên jinan, zêdebûna tundiya li ser jinê, girtina bi hezaran jinî, tam jî di vê demê de nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê, rakirina mafên demokratîk û azadiyan, di vê vê de ''yekrengiya hişmendiya îttîat terakkî heye. Ev yekrengî, piştî diyardeyên al, welat, milet, ziman û dîn, niha jî yek zayendî bi aliyê mêr de tê sorkirin û dibe delîla pêvajoya sazûmanîkirina wê û weke êrîşeke pratîze dibe. Ev rewş bi nirxên ku TC'ê mîrat standiye, bi tecrûbe, çand û avaniya hişmendiya wê ve têkildar e.''
'TI GEL JI WAN HEZ NAKIN'
Erzîncan diyar kir dema ku bavikên Tirk ji Asyaya Navîn hatine Rojhilata Navîn, Kurdistanê li dijî gelan, baweriyan êrîşên hovane, talanger, tecawizkar anîne, komkujî kirine û wiha bi cih bûne, Anatolî û Mezopotamya ku bi deh hezaran salan welatê Rûm, Ermen, Kurd û Sûryanî û gelek civakên di û baweriyên dî bû, bi êrîşên bavikên Tirkan ên talnager bûye goristana gelan. Erzîncan got di rêça Osmanî de fetîhkirina di gotin û çalakiyê de esas tê dîtin û bi vê bingehê ji komkujiyan re kirasê yasayî û dînî tê fesilandin. Erzîncan got, ''Şertê pêşî yê fetihkirinê ne talana wê cografyayê ye ku çûnê. Misilmanikrina bi zorê ya gelê li vê herêmê, destdanîna li ser jin û zarokên wan e. Tecawiza li jinan û hêsîkirina wan e.''
Erzîncan mêrtîya Tirk a serwer, bi hişmendiya leşkerî, bi avaniya xwe ya ku ji gewhera xwe ve milîtarîze bûye, li Rojhilata Navîn tim bi rola herî hov, xisletê gemarî û tim talanger, diz, desteserkar û tecawizkar raûye û domand, ''Niha jî dema ku lê tê meyzandin, bi wê rastiyê ne ku gelên li derdorê jê hez nakin, wan naxwazin, ji wan ditirsin. Ji ber ku, çi devera ku çûnê çanda talan û tecawizê jî bi xwe re birine.''
JI DÎROKÊ MÎNAKÊN TECAWIZKARIYÊ YA ÇÎNA SERWER A TIRK
Erzîncan mînak da û got 1453'an dema ku Padîşahê Osmanî Fatîh Sultan Mehmet Stenbol fetihk iriye ne ku tenê dêra Ayasofya kiriye mizgeft, her wiha ew heq da leşkerê xwe ku sê rojan jin jî di nav de talan bikin, tecawiz bikin û her wiha kurikên li qesra Bîzansê jî ji bo xwe xwestiye.
Erzîncan her wiha got dema ku lîderê TKP'ê Mmustafa Suphî û hevalên wî li Behra Reş bi komployê hatine kuştin, dest li ser hevjîna wî Marîa danîne, ji mirinê girantir tecawîz lê kirine, ew kêm kirine û piştre jî kuştine.
Erzîncan her wiha kirinên li Dersimê yên li ser jinan jî bi bîr xist û got mînaka wê ya berbiçav e ku çawa hişmendiya mêtinger, komkuj û tecawizkar a Osmanî bi destê rejîma Kemalî ve hatiye domandin.
Erzîncan got jinên Dersimê ji bo ku nekevin destê leşkerên Tirk xwe ji kendalan avêtine, li vir jin û zarokên ku bi dest wan ketine ji xwe re kirine xenîmet, tecawiz li wan kirine û bi rengekî hovaneke ew ji malbatên wan hatine qutkirin, ji xwe re kirine qerwaş.
Erzîncan tecawiz, talana bi encama hişmendiya Tirk li Efrînê û Şengalê pêk hatî bi bîr xist û got, ''Li Efrînê van demên dawî bi destê MÎT'ê jin têne revandin, jinên yixtiyar têne kuştin, bi zorê dest li ser keçên ciwan datînin. Bi vî rengî dixwazin ku vîna gelê Efrînê bişkînin û bi civakê teslîm bigirin, vê peyamê didni. Ev êrîş bi destê çeteyan plansaziya TC'ê ye.''
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got li dijî hişmenidya komkuj, talanger, tecawizkar a çîna serwer a Tirk gelan û jinên Kurd li ber xwe dana û mînaka Besê, Zarîfe, Bêrîtan, Zîlan, Avesta Xabûr, Ekîn Van, Helîn Bolek da.
'TECAWIZ BICIHANÎNA ŞERÊ TAYBET E'
Têkilî rûdana tecawizê ya li Şirnexê ya bi destê çawîşê pispor ê Tirk jî Erzîncan got, ''Çawişê pispor, rayedarên cuda yê dewletê li ser vê mijarê têne peywirdarkirin û polîtîkayên şerê taybet têne bicihanîn. Ji aliyekî ve bi fihûşê, madeyên hişbirê, tecawizê, polîtîkayên tundiyê, tê xwestin ku vîna jinên Kurd, ciwanan were şikandin û bi giştî teslîm were girtin. Li dijî vê girîng e ku malbat bihistyar bin, rûdanên wiha li çapemeniyê û raya giştî were dîtin, têkoşîna hevpar were dayin û li hev xwedî derkevin. Li bara êrîşên wiha divê qet bêdeng nemînin. An na ev kirinên faşîst wê behtir berbelav bibin.''
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got ew jinên Kurd, jinên li Rojhilata Navîn, ên ku hatine vederkirin, gelên ku komkujî li ser wan hatiye kirin û li gel baweriyên cudda ew ê pêşengiya xwe ya li berxwedanê bidomînin, li dijî hişmenidya serwer a nêr a Tirk a tecawizkar têkoşîna xwe li gelk jinên Rojihilata Navîn, gelan, baweriyan û kedkaran geş bikin.
'EM Ê JIYANA AZAD AVA BIKIN'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî dawî got, ''Em ê li dijî aqilê dagirker, talanger, tecawizkar berxwedana jinê geş bikin. Li Heftanînê gerîla li dijî hêzên dagirker ên Tirk bi berxwedaniyeke jiyana mirovî, ji bo azadiyê ye berxwedaniyeke bêhempa dide. Di şexsê Rûstem Cûdî, Esmer, Nûcan û Memyanan, ku li Heftanînînê şehîd ketine, em ê helwesta hemû şehîdên Heftanînê, berxwedana jinan, gelan û zindanê li ber xwe deynin û bi mîsogerî bi ser bikevin.
Tevgera me ya azad a jinê, li gel gerîla, serhildan, berxwedana zindanan, li gel hemû hêzên azadî û demokrasiyê, li Rojhilata Navîn wê weke rojê hemû cîhanê ronî bike û germ bike. Jin û mêrên ku sond xwarine jiyana azad ava bikin, wê jiyana nû ya alternatîf ava bikin.''