Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê çalakî li dar xistin

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku wan li Stenbolê depoyeke tekstîlê, dikan û şeş wesayîtên faşîstan şewitandine.

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wê li hemberî qetlîamên li ser jinan bêdeng nemînin.

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku wan di navbera 19-23’ê Tîrmehê de pênc çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de depoyeke tekstîlê, dikan û şeş wesayît şewitandine.

Înîsîyatîfê diyar kir ku wan ev çalakî li dar xistine:

“Di 19’ê Tîrmehê de li Esenyûrta Stenbolê depoyeke tekstîlê ya faşîstan û wesayîyek ji aliyê yekîneyên me hatine şewitandin.

Di 20’ê Tîrmehê de li Tûzlaya Stenbolê 3 wesayîtên AKP û MHP’yiyan ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin.

Di 22’ê Tîrmehê d li Fatîha Stenbolê 2 wesayîten AKP û MHP’yiyan ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin.

Di 22’ê Tîrmehê de li Haramîdereya Stenbolê dikaneke faşîstan bi teqemeniyên destan hate lêdan û şewitandin.

Di 23’ê Tîrmehê de li Kuçukçekmeceya Stenbolê yekîneyên me li dijî wesayîta serwîsê ya polîsan çalakiyek li dar xist. Piştî çalakiyê mînîbus şewitî.

Ev çalakiyên ku hatine kirin li dijî êşkence, qetlîam, destgîrkirin û tecawiza li ser jinan e.”