Girêdanbûna îdeolojîk a qetlîam û destdirêjiyan

Şerê li dijî jinê xizmetê ji bo çi dike, girêdanbûna rast a bi îdeolojîk-polîtîk a çanda tecawûz a qetlîaman re kirin, wê rêjeya têkoşîna azadiya jinê diyar bike. Dîsa pêşbîniya Rêber Apo hate piştrastkirin.

Êrîşên li dijî jinê bê navber û bi hovane tê kirin. Roj nîne ku jin bi namerdane neyê qetilkirin, tacîz û tecawûz kirin. Jin tê windakirin, tê revandin, bi qirkirinên siyasî dema destgîrkirî tên êşkence kirin û tên girtin. Jinên ku bi van polîtîkayan di azadiyê de îsrar dikin û li ber xwe didin tên hedefkirin.

Tenê temaşeyî bîlançoya êrîşên li ser jinê bê kirin, wê bê fêmkirin ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn li dijî jinê tê rêvebirin. Em li beramberî şerekî hovane ya belavî hemû navend û herêmên jiyanî yên me bûyî ne, lê belê nav lê nehatiye kirin.

TÊ XWESTIN KU JINAN DI QEFESA PILINGAN DE BIHÊLIN!

Em li gel piling di qefesê de dijîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst û navendên şerê taybet ji bo jinan di qefezên pilingan de girtî bihêle, lêkolînên taybet û ceribandinên nû dike. Qetlîamên li dijî jinan ji her demê zêdetir bi plan dixin meriyetê û pir vekirî tê dîtin li pişta wan navendên şerê taybet hene. Rêbazên pêkanîna van êrîşên bi xwe pêşnakevin, mimkune ji erdnîgarî û hedefên hatîn diyarkirin bêf êmkirin.

Bêguman kapîtalîzma hovane vî şerê ku ev pênc hezar sal e zayendîparêziya li ser jinê tê ferzkirin, bi gûrkirin û bi karanînê birêve dibin. Sîstem ji bo desthilata xwe berdewam bike û civakê kontrol bike li ser jinan dide ferzkirin ku koletiyê ji koleyan re bike. Du hilbijartinan ji jinê re dihêle û bi lutfek mezin azadiya hilbijartinê dide! Yan tu wê bibî girêdayî desthilatê yan jî ji mirinan mirinê biecibînî. Hevjîn, bira, heskirî, leşker-polîs, cerdevan û hêşedar hemû yek bi yek weke pêkaner û celadên vê derdikevin pêşberî me. Komkirina van hemû dewlet û yê ku bi coşbûna zayendparêziyê ji bo serwerbûna çanda destdirêjiyê hetanî hemû hûcreyên civakê ye.

NE BÛYERÊN TAKEKESÎ NE

Navenda şerê taybet bi qezencek mezin vî şerî birêve dibe û van êrîşan weke êrîşên takekesî dixwaze biparêze. Şerê li dijî jinê xizmetê ji bo çi dike, girêdanbûna rast a bi îdeolojîk-polîtîk a çanda tecawûz a qetlîaman re kirin, wê rêjeya têkoşîna azadiya jinê diyar bike. Hemû êrîş encamên polîtîkayên stratejîk ên vê pêvajoyê ne. Yanî jin di bin pençeyê çandek mezin a qirkiriniê de ye. Hedefa herî bingehîn a vê pêvajoyê jin rastî qirkirina çandî anîne.

Êrîşên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî jinê tê pêkanîn jî li navenda şerê bingehîn ê Tirkiyê tê plankirin û dixin dewrê. Erkdarên şerê taybet û Soysiz ê ku dijminê jinan bi daxuyaniyên ku didin, şerê teslîmbûn û îmhakirinê ya AKP li dijî jinan bi rêve dibe ji nûde û bi rêbazên hîn tûndtir îlan kir. Cihê jinan di nava Tevgera Azadiya Kurdan de û encamên di derbarê nirxbûna wê de ‘PKK rêxistinek a jinê ye û li ser vê hatiye avakirin.’ Rêjeya dîtina jinan ya di nava hemû çalakiyên PKK’ê de bi peyvên ji sedan 56 diyar dibe, hêza azadiya jinê ya ku Rêber Apo avakirî her wekû hatiye qebûl kirine.

PÊŞBÎNIYA RÊBER APO HATE PIŞTRASTKIRIN

Başe tiştekî rast û dirûst ma wekû nû keşif dikin? Di hemû deman de êrîşên li dijî jinê hebû û jin hertim weke metirsiyek dîtin û bi serde çûn. Wê demê ferqa di navbera vê pêvajoyê ya polîtikayên jinan de çiye? Rêber Apo di nirxandinên hevdîtinên sala 2010’an de pêşbîniyên xwe parvekiribû. Careke din demê, pêşbîniyên mezin ên Rêber Apo piştrast kir.

Dema ku Rêber Apo komplo dinirxand wek çar pêvajoyên komployê da nîşankirin. Di komployên pêvajoyên Ozal, Erbakan û 2003-2004’an de, di nava bêalibûna serwerên Gladîoya ya Tirkiyê û her çiqasî lewaz jî be lê da zanîn ku hîn hêz hene lêgerînên çareseriyê têk didin. Di pêvajoya komploya çaremîn de rola Erdogan pir eşkere bûye û da zanîn ku ji derveyî agahiyên wî tiştek na çêbe. Cudahiya pêvajoya çaremîn li vire; Ergeneko-kontra-Gladîoyaya Tirkiyê êdî desthilat bi xwe ye û yeke, Erdogan jî serî ye. Rehenda dûwem jî pêvejoya komploya çaremîn jî (Rêber Apo wekî pêvajoya komploya kesk nîşanda) polîtîkaya jinê ye. Nêzîkatiyên Erdogan ên li ser jinên kolekirine. Şertê sê zarokan tê zanîn. Di daxuyaniyek ya xwe de sedemê temamnekirina qirkirina Kurdan, weke biserneketinên polîtîkayên asîmîlekirina jinan nirxand. Anî ziman ku di vê rewşê de zarokên ji aliyê van dayîkan ve tên mezinkirin wê ne serkeftî bin. Weke çareserî di dibistanên dayîkê de, anîn rewşa sîstemek bi zorê. Mebest jî zarok dema hîn biçûk ji çand û zimanê dayika xwe bîyanî mezin bûne. Dîsa jî keçên Kurd di bin navê zewacê de parêzvantiya herî bi hêrs a polîtîkaya Tirkbûnê ye. Yanî polîtîkaya Erdogan a li ser jinê plan û parçeyek ji komployê ye.

Tê fêmkirin ku desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkayên xwe yên qirkirinê li Kurdistan û Tirkiyê, dîtin ku heta ku berxwedaniya jinê neşkînin nikarin qirkirinê temam bikin. Bi pêkanînên xwe yên herî êrîşkar ên faşîzmê li dijî jinan, jinan bi tirsandin û zeftkirinê dixwazin teslîm bigrin. Tenê di nava çend mehên dawî de, tenê temaşeyî karekterên êrîşên li ser jinan bê kirin, tê dîtin ku çawa ev êrîş tên rêxistinkirin.

Gulistan Doku piştî li gel kuçikek ku bavê wî leşker hevdîtin kir winda bû û ji bo dîtina wê her tişt tê kirin. Li Êlihê jinek ciwan ji aliyê leşkerekê ve rastî tecawûzê tê û di heman demê de di revîne Îzmîrê.

Li Şirnexê, li Efrînê di nava qetlîamên Kurdan de cihê xwe girtiye, leşkerê dagirker ê ji operasyona dagirkirina Botanê nû ziviriya bû, dema xwest ku tecawûzî zarokek biçûk bike ji aliyê gel ve hate girtin û weke hertim dewletê ew berda. Refleks pêşketî yê ciwan û jinên gelê Şirnexê pir giring bû. Lê belê heta ku ev refleks bibe hertimî, pêwîste li her cihî bi hev re bê kirin.

Her êrîşên li dijî zarok û jinan ên li Kurdistanê, pêwîste mebesta wê ewbe ku rê li ber pêngavek mezin a ji bo azadiyê veke. Li Agiriyê jinek ji aliyê xezûrê xwe ve rastî dest dirêjiyê hatiye û ji bo li dijî bê bêdeng nemeye hate qetilkirin.

Li Mûglayê Pinar Gultekîn a Bêdlîsî ya demekê windabûyî, piştre hate zanîn ku qetilkirine. Bi propagandaya şerê taybet kampanyayên li dijî Pinar Gultekîn dihate rêvebirin, hate zanîn ku kiryar dewlet û erkdarên şerê taybetin.

Jinên di pêşketinên siyaseta demokratîk de pêşengî dikin, Leyla Guven, Rojbîn Çetîn û endamên şoreşger û berxwerên ên TJA û Komeleya Jinan a Roza yê hatin destgîrkirin, îskence kirin, tehdît kirin û girtin.

Gotina ji bo Rojbîn Çetîn hatî kirin, “Tu di qata şeşan de ba te wê xwe biavêta xwarê” di rastiya xwe de tê wateya “Tu li qata şeşan ba me wê te avêtiba xwarê û me wê gotiba xwe avêt”. Ev tê wateya hun teslîm nebin li ber xwe bidin emê bikûjin û li ser re jî bigrin. Di rastiya xwe de yek bi yek di mînaka kesayetan de peyamê didin hemû jinan û civakê.