Gumuştaş û jinên SKM’yî hatin berdan

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM’ê Deniz Aktaş û endamên SKM’ê yên li Balikesîrê hatîn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgî Bahçecî, Tanya Kara, Ebrû Yigit û Hevseroka Navçeya Erdemîtê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ê Sevgî Ozdem piştî karûbarên wan ên li emniyetê şandin Edliyeya Balikesîr ê.

Dozgeriyê piştî karûbarên îfadeyan, jinên sosyalîst bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Jinên derketîn pêşberî dadgeriyê bi heman hincetan hatin berdan.