Kongra Star şideta li ser jinan şermezar kir

Kongra Star a Herêma Efrînê li Kampa Serdem bi çalakiyekê şideta li ser jinan şermezar kirin.

Kongra Star a Herêma Efrînê bi tevlîbûna hemû endamên sazî û meclîsan li Kampa Serdem kom bûn û bi daxuyaniyekê şideta li ser jinan şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê endamên kongrê Nayîle Mehmûd û Rûken Elo ve hate xwendin.

Di axuyaniyê de ev hate gotin:

“Êrîş û kiryarên der mirovî û qanûnî yên çi fîzîkî û derûnî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li herêmên di bin dagirkeriya wan de dewam e.

Em bêdengiya hikûmeta serwer ên li ber tundî û êrîşên li ser jinan tên kirin û bêcezakirinê şermezar dikin. Her wiha bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hember êrîşên li ser jin û zarokan jî şermezar dikin. Bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî ya benda 13-25’an rawestin û mafê jinan biparêzin.

Banga me ji bo rêxistinên parastinê yên mafê mirovan pêşî li tundiya fîzîkî û derûnî ya li ser zarokên bi taybet zarokên biçûk ên keç bigirin. Daxwaz dikin ku berpirsên êrîşên destdirêjî û destavêtin bên cezakirin û dîsa hesabên komkujiyan bê pirsîn dikin.”