Dadgeha Bexdayê îdîayên PDK'ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê pûç kir

PDK’ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê, PKK bi şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê sûcdar kiribû. Lê Dadgeha Bexdayê ev îdîa pûç kirin.

PDK û Wezareta Karê Hindir a Iraqê bi senaryoyek qirêj şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê xistibû stûyê PKK’ê.

Duh Dadgeha Resafe ya Bexdayê bi biryarek fermî û ji ber nebûna ti belgeyek li ser piştrastkirina van her sê kesên ku hatibû gotin bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê şewitandine, biryara berdana wan kesan da. Ji bilî wê jî dadgehê biryar da ew çek û wesayîtên di dema girtina wan kesan de hatine desteserkirin jî radestî xwediyê wan were kirin.