HDP’ê nerazîbûn nîşa destgîrkirinê da: Li dijî jinan şer dane destpêkirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina ESP’î û SKM’ê da, bal kişand ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî jinan şer daye destpê kirin û banga ‘Em bi hev re dengê xwe bilind bikin’ kir.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser destgîrkirina Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem û endamê SKM’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Hevalên me yên hatine destgîrkirin hevalên ku têkoşîna azadiya jinê dikin û ji bo vê tim li kolanan in. Jinên ku dengên wan li kolanan bilind dibin ku desthilat jê ditirsin in. Desthilata ku her rojê bi operasyonên li ser jinan dixwazin dengê wan qût bikin, bila bizanin ku; wê ev polîtîkayên zextê nikaribe wan, berovajî biryardariya wan a ji bo têkoşînê xurtir dike.

‘EM BI HEV RE DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Operasyonên li Amedê ya li ser endamên Komeleya Jinê ya Rosa, aktivîstên TJA’yê, qetilkirina Pinar Gultekîn a ji aliyê Cemal Metîn Avci ve, êrîşên li ser jinên ku li Îzmîrê daketin kolana, gotûbêjkirina li ser Peymana Stenbolê ya ewlekariya jinê, nexistina qanûnê ya destdirêjiya li zarokan; ev hemû dide nîşandan ku bê ka desthilat çiqasî dijminê jinê ye. Desthilata ku di polîtîkaya dijminahiya li jinê de israr dike, kete rewşekî welê li dijî jinan şer daye destpêkirin.

Her demê me li gel hev mil bi mil li qadan têkoşîn kiriye. Em gavekê jî ji têkoşînê gav bi şûn ve navêjin.

Werin em li gel hev li dijî yên li ser jiyan û mafê me biryar digirin, bi hev re dengê xwe bilind bikin.”