Şaredariya Esenyûrtê di bin dorpêça polîsan de ye
Avahiya Şaredariya Esenyûrtê ya bi qeyûmê hatî xespkirin û şaredarê wê hatî girtin, di bin dorpêçê de ye. Polîs nahêlin endamên meclîsa şaredariyê, welatî bikevin avahiyê.
Avahiya Şaredariya Esenyûrtê ya bi qeyûmê hatî xespkirin û şaredarê wê hatî girtin, di bin dorpêçê de ye. Polîs nahêlin endamên meclîsa şaredariyê, welatî bikevin avahiyê.
Li Esenyûrtê Şaredarê hatî hilbijartin Ahmet Ozer hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Polîsan şaredarî dorpêç kirine û nahêlin endamên meclîsê yên hatine hilbijartin û welatî bikevin avahiya şaredariyê.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Engîn Altay, Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de gelek kesên ku hatin ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê, rastî barîkatên polîsan hatin. Altay got, ew parlamenter e û rayeyên xwe yên ji zagona bingehîn, bi bîr xist.
Altay got, “Mafê min heye. Mafekî taybet ê parlamenteran heye. Nayê girtin û dest lê nayê kirin.” Altay bi gotina “Dê dest bide min” nerazîbûn nîşanî polîsan da.
Polîsan nehişt ku kom bikeve avahiya şaredariyê.