Rêbazeke şer: Destavêtin-1

Di şerê nêzî 40 salî de yê li Kurdistanê , çi gerîla çi jî gelek jin û zarokên sivîl bin, hêzên dewletê destdirêjî li wan kirine û dest avêtine wan. Necezakirina berpirsên dewletê, sekna li pişt destdirêjkaran, bi pegalî ye.

Çawîşê pispor Alparslan Akbûdak 15’ê Tîrmehê li navenda bajarê Şirnexê li deriyê avahiyekê di saetên şevê de hewl da destdirêjî zarokeke keç a 13 salî bike. Li ser qîra zaroka keç her çendî çawîşê pispor ji devrê çûbe jî, lê li herêmê geriyaye. Akbûdak ê li ser bûyerê hate girtin, li ser daxuyaniya Walîtiyê bi hinceta ne êrîşa zayendî bi gotina ‘bi alkol bû, tevger û helwestên ne guncav ên ku aciziyê didin derdor nîşan daye’ hate sûcdarkirin û xwestin serê êrîşa zayendî bigirin.

Piştî bûyera Şirnexê li navçeya Qûbîn a Êlihê 16’ê Tîrmehê Î.E ya 18 salî ku li ser hewldana xwekuştinê û rakirina nexweşxaneyê derketibû holê ku çawîşê pispor M.O destavêtiye yê. Li ser bûyerê çawîşê pispor M.O hate destgîrkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Berpirs hê nehatiye girtin û di îfadeya xwe de anibû ziman ku ‘bi alkol bû’ xwe parastiye.

Bûyerên destdirêjî û destavêtinê yên di nava du rojan de rû dan ne yên destpêk û ne jî dawî bûn. Di şerê Kurdistanê  de hem di dema destgîrkirinê de cerdevan û leşkeran bi sîstematîk destavêtin û destdirêjî kiriye polîtîkayekî şer. Nuqteya hevpar a dozên li ser van bûyeran vedibin jî di dagehê de bê encam û bê cezatî ye.

DOZA ŞUKRAN ESEN

Bûyerên destdirêjî û destavêtinê yên yek ji parçeyên di polîtîkaya şer a li dijî jinên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, mînaka vê ye di raya giştî de derket holê doza Şukran Esen e. Di sala 1993-1994’an jina bi navê Şukran Esen bi hinceta destdirêjiya wê hatiye kirin derbarê 405 leşkeran doz hatibû vekirin. Doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate vekirin, bi hinceta ewlehiya bersûcan birin navçeya Sûngûrlû ya Çorûmê. Doz 20’ê Îlona 2006’an li Dadgeha Cezayê Giran a Sûngûrlû ya Çorûmê hate vekirin û doz 40 leşker jê dihatin darezandin, 2008’an dadgeh ji ber nebûna delîlan a biryara berdana bersûcann da.

‘KERIYÊ DESTAVÊTAN’

Di sala 2003’an de Yildirim Turker di qûnciknivîsa Redîkalê ya bi sernavê ‘Keriyê Destavêtan-Tecavuzcu Surusu’ li ser doza Şukran Esen û dozên destavêtinê ev gotibû: “Ş.E û dayika wê, du jinên ji hezaran ên li wê herêmê dema destgîrkirî destdirêjî wan hatiye kirinin. Li Başûrêrojhilat bi taybet salên 90-95’an her eger kesên nezanibin ku dema destgîrkirinê destdirêjî û destavêtin sîstematîk hatiye kirin nezanin bibîr dixim. Mînakeke; Fermandarê Qereqola Dêrikê Serpel Mûsa Çîtîl ê wê demê berê wê bi destavêtina Şukran aydin hatibû darezandin, ji ber nebûna delîlên pêwîst hatibû berdan.”

DESTAVÊTIN HATIN XELATKIRIN

Nivîskara Rojnameya Evrensel Seva Karada di sala 2015’an de nivîsek bi seranvê ‘Destavêtina şer, bi paye dike’ nivîsî û li ser doza Şukran Esen ev gotibû: “Tuggeneral Mûsa Çîtîl ê di navbera salên 1993-1994’an li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji kuştina 13 gundiyên ya bi kuştina kiryarên nediyar berpirs, berpirsê destavêtinê ya Şukran Esen a dema destgîrkirî hate darezandin, dîsa tevî hemû gotinên şahdi û raporên tiba edlî berdana wî, bi awayekî bê rêgez di bin nixumandina ‘nebûna pêwîst a delîlan’ li Şûraya Leşkerî y Bilind payeya wî ji bo tumgeneraliyê hate bilindkirin û tayînî Amedê kirin!”

DEMA DESTGÎRKIRINÊ  DESTDIRÊJÎ-DESTAVÊTIN

Piraniya destavêtin û destdirêjiyê dema destgîrkirinê pêk hatiye. Sala 1992’an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Kamîle O. a (50) bi îdîaya stare ji bo PKK’ê çêkiriye hate destgîrkirin. Jina dema destgîrkirî îfafe dida, dest avêtin wê. Piştre jî bi hinceta li malê keşfê bikin jina 50 salî li vir jî hêzên ewlekariyê dest davêjinê. Kamîle O. ji ber destavêtina xwîn ji ber diçe û tevî hemû êşkenceyan piştî mehekê ji aliyê dadgehê ve tê berdan. Dozên ku ji ber destavêtine wê hatin vekirin jî bê encam man.

Dîsa li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Kamîle Çigci di navbera 1991, 1992 û 1993’an de 3 caran tê destgîrkirirn, tê êşkencekirin û dest tê avêtina wê. Çigci sala 1999’an serî li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Destavêtin û Destdirêjiyê ya Dema Destgîrkirî dide derbarê polîsan gilî dike. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê komîserek 7 polîsan de ji sûcên ‘êşkence’ û ‘destdirêjiya namûsê’ doz hate vekirin. Doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate vekirin, bi salan dom kir û bi berdanê encam bû.

‘EZ HÊ LI WÊ CEHENEMÊ ME’

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Eren Keskîn a parezara Kamîle Çigci 1’ê Hezîrana 2000’ê daxuyaniyeke ya çapemeniyê da. Keskîn diyar kir ku destavêtin û destdirêjiya li Kurdistanê tên kirin, li dijî nasnameya jinê ye.

Çîgcî a di heman civînê de axivî diyar kir ku bi jop destavêtin wê û got: “20 rojên ewilê bi dehan carî polîsan destdirêjî li min kirin. Pir xwîn ji min çû, min rakirin nexweşxaneyê. Doxtorê li nexweşxaneyê got; ‘Ziyan gihiştiye baxçika Safrayê, ev jin hatiye ber sînorê mirinê. Êdî dest nedinê.’ Piştî cehnema 33 rojan hatim berdan. Ji baxçika Safrayê emeliyat bûm. Lê bi salan e ez di wê cehnemê de me.”

ÎNTÎXAR Û ZEWACA BI ZORÊ

Vê carê sala 1995’an li ser îxbarekê leşkeran avêtin ser mala Faris. A ya li navçeya Midyad a Mêrdînê. Leşkerên ku avêtin ser malê Faris A. ne li mal bû li ser vê bavê wî Mecît A. (66) û bûka wî Ş.A destgîr dikin. Ş.A a hefteyekê ma destgîrkirî li ber çavê xezûrê wî Mecît A. bi denan carî leşker û cerdevanan dest avêtinê. Ş.A ya dayika 3 zarokan a piştî hefteyekê hate berdan piştî rojekê 26’ê Îlona 1995’an dawî li jiyana xwe anî. Piştî ŞA xezûrê wî Mecîd A. jî întixar kir.

Destdirêjî û destavêtina tenê bi jinan sînordar nema. Zarok jî bûn mexdûrê destdirêjiyê û hê jî dibin. R.K a 10 salî ku li gundê Eyol a bajarokêê Mermer a Amedê sala 1996’an cerdevanê bi navê S.A destdirêjî wê kir. Malbat tevî gefên berbazê qereqola bajarok gilî kir. Ev doz jî mîna yên berê di rûniştina yekem de bi hinceta nebûna delîlên pêwîst hate girtin û bersûc ê cerdevan jî hate berdan. Piştî dozê R.K a hê zarok bi cerdevanê ku destdirêjî lê kiribû re hate zewicandin.

DMME’YÊ DOZ RED KIR

Di sala 2003’an de Rêvebera Baskê Jinan a Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a bajarê Stenbolê Gulbbhar Gunduz ji aliyê 4 polîsên sivîl ve hatibû revandin, nêzîkatiyên xirab û destdirêjî lê kiribûn. Tevî ku êşkence û nîşanên destdirêjiyê di raporên doxtoran de cih girtibin jî, doza ji aliyê polîsan de hate vekirin, bi nebûna delîlên pêwîst hate girtin. Parêzerên Gunduz doz birin DMME’yê. Lê DMME’yê bi hinceta nehate zanîn êşkencekar polîs in an ne, doz red kir.

DESTDIRÊJÎ Û ÊŞKENCEKIRINA LI CENAZEYÊ GERÎLA

Dewleta Tirk li gel sivîlan bi taybet li ser benda gerîlayên jin li dijî nasnameya jin gelek êrîş kirin. A di vê mijarê de herî derket pêş Ekîn Wan e. 10’ê Cotmeha 2015’an li navçeya Gimgim a Mûşê cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a piştî şerekê hate înfazkirin û şûnde hate tazîkirin û wêneyên wê hatin kişandin û li ser tevnên dijîtal parvekirin. Li ser nerazîbûnan tevî doz hatin vekirin jî lê ti gavek nehate avêtin.

Lê ev bûyer ne ya yekem bû. 22’yê Îlona 1985’an ji fermandêrên jin ên yekem a PKK’ê Rahîme Kahraman a ku li gel hevrêyê xwe li Çiyayê Cûdî hate qetilkirin bedena wê jî hate tehşîrkirin û xwestin ku êşkenceyekî zayendî li cenaze bikin. Li ser nerazîbûna gel cenazeyê Kahraman li Şirnexê hate veşartin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê a bi sernava ‘rêbaza şerê qirêj a dewleta Tirk: Êşkenceya li cenazeyan’ gerîlaya Elman a PKK’ê Andrea Wolf (Ronahî) bi heman êşkenceyê hate qetilkirin. Li gorî şahidên bûyerê li Şaxê 23’yê Cotmeha 1998’an bi saxî hate girtin, bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Dîsa li heman nûçeyê lixwemikûrhatinên Astsûbay Kasim Êçakan ê ji artêşa Tirk îstifa kir jî hebûn û ev hatibû gotin: “Li 7’emîn Tugaya Mekanîzmê li Tabûra 1’emîn a Mekanîzmayê erkdar bûm. 27’ê Gulana 1997’an di saet derdorî 09:00’ê sibehê leşkerên ji bo dewriyeyê çûbûn ketibûn kemîna PKK’ê. 8 leşker û berbazek jiyana xwe ji dest dabûn. PKK’iyeyek jin û mêr jî jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wan li nava gelî mabûn. Roja din yekîneyên tîmên taybet çûn herêma şer. Dema em çûn gel wan polîsên tîmên taybet li ser herdu miriyan bûn. Dema tîma min diçû gel wan polîsekî Edeneyî Ramazan li pişt kevirekî mezin destdirêjî li cenazeyê jinê dikir.”