Jin ji ber ku li malekê kom bûne, hatin destgîrkirin!
Tê îddîakirin ku Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û jinên SKM’yî, bi hînceta “Li malekê kombûne” hatine destgîrkirin.
Tê îddîakirin ku Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û jinên SKM’yî, bi hînceta “Li malekê kombûne” hatine destgîrkirin.
Li Balikesîrê di destê sibehê de, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka Melîsa Jinên Bindest (SKM) ê Deniz Aktaş û endamên ESP-SKM Çîçek Otlû, Satiye Ok, Ebru Yigit, Zuleyha Mangan, Ezgî Bahçecî, Tanya Kara û Hevseroka Navçeyî ya HDP’a Erdemîtê Sevgî Ozdem Altinoluk hatin destgîrkirin.
Parêzeran da diyar kirin ku jinên SKM’yî hem ji bo pêşketinên siyasî, Peymana Stenbolê û qanûna bi hêjmara 6284 jî di nav de gelek rojevên jinê binirxînin û hem bêhndanê bikin hatibûn Balikesîrê. Parêzaran diyar kirin ku ev rewş bûye hinceta destgîrkirinê. Hinceta destgîrkirinê bi vî şêweyî “Komek jin kombûne” hate diyarkirin.
Parêzeran diyarkirin ku tîmên taybet ên polîsan di saet 2:50’an de li ser malê de girtine, dest danîne ser komputer û telefonan. Parêzaran dan diyarkirin ku rewşa muwekîlê wan baş e û wê 4 rojan di nezaretê de bimînin.