JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan li Baselê navê kolanan guhertin
Çalakvanên Meclîsa Jinan a Ronahî û TÊKO-JIN li bajarê Baselê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek li dar xistin û navê kolanên bajêr guhertin, navê şehîdan li wan kirin. -
Zinarîn Kobanê: Çîroka her jinekê sedema şoreşekê ye
Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê diyar kir ku jinên rêxistinbûyî xurt û berxwedêr in û got, "Çîroka her jinekê sedema şoreşekê ye." -
YPS-JIN: Azadiya jinê wê faşîzmê hilweşîne
YPS-JIN got azadiya jinê we faşîzmê hilweşînê bang kir ku 25'ê Mijdarê hemû jin xwe berdin qadan. -
Ji siyasetmedarên jin ên dîlgirtî peyamên 25'ê Mijdarê
Siyasetmedarên jin ên dîlgirtî bi wesîleya 25'ê Mijdarê peyam şandin. Di peyaman de işaret bi girîngiya berxwedana li dijî faşîzmê û serweriya mêr hate kirin. -
PAJK: Jin li dijî desthilata mêr li ber xwe didin
PAJK'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî da û got, "Em bi rêxistiniyê dikarin azad bibin." -
Jinên Kurd ên li Berlînê 25'ê Mijdarê nirxandin
Jinên endamên Komeleya Dest-Danê ya Berlînê têkilî 25'ê Mijdarê dîmenek weşand û got, ''Berxwedan wê bidome.'' -
'Jinan doh rejîma Trûjîllo hilweşand, îro jî wê dîktatoriya Erdogan têk bibin'
Komîsyona Jinan a KNK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan daxuyaniyek da û got: "Çawa ku jinan duh bi têkoşîna xwe dîktatoriya Trûjîllo hilweşand, îro jî ew ê dîktatoriya Erdogan hilweşînin." -
Di dema şewbê de tundiya li jinê zêde bû
Li aliyekî cîhan li dijî şewbê li ber xwe dide, li aliyê din jî tundiya li dijî jinê gelekî zêde bûye. -
Danişîna Dayikên Çarikspî çêbû
Dayikên Çarikspî ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên ku di grêva birçîbûnê de bûn, li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebzeyê çalakî kiribûn, pêk hat. -
KBDH: Şoreşa me jinê ya Rojava heye
KBDH'ê têkilî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da û got, ''Şoreşa me ya jinê heye.'' -
Li Skandînavyayê tundiya li ser jinê wê were şermezarkirin
Li Skandinavyayê jinên Kurd li gel dostên xwe wê li Swêd, Norwêç û Danîmarkayê tundiya li ser jinê şermezar bikin. -
Bûldan: Cîhan wê bi jinan re biguhere
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, “Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere.'' -
KJC: Ji bo derba dawî li faşîzma mêr bê xistin, li ber xwe bide
KJC'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang li jin ên ciwan hemûyan kir ku tevlî govenda azadiyê bibin û ji bo derba dawî li faşîzmê bixin, li ber xwe bidin. -
Li dijî şideta li jinan li Bîelefeldê pêşangehek hate vekirin
Tevgera Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê pêşangehek ku hefteyekê dom bike vekirin. -
Jinan li Minbicê ji bo 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan
Jinên ku li Minbicê hatin ba hev di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û şanoyeke bi navê ‘Em ê bin nekevin’ pêşkêş kirin. -
HDP’ê şîddeta li ser jinan xist rojeva meclîsê
Parlementerên jin ên HDP’ê diyar kirin ku şîddeta li ser jinan zêde dibe û xwest li ser qetlîamên li ser jinan lêkolînên berfireh were kirin. -
Bernameya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya ji bo 25’ê Mijdarê
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de wê li 12 bajaran çalakiyan li dar bixînin. -
Jinên Kurd ên li Moskowayê tundiya li jinê şermerzar kirin
Jinên Kurd ên li Moskowayê bi daxuyaniyekê tundiya li jinê şermezar kirin û ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin. -
HDP: Jinek ji ber ku dest avêtin wê, neçar ma ku vegere Îranê
HDP'ê ragihand, ku Z.N. a ku bi zor û zehmetî ji Îranê xwe gihand Wanê, hêzên dewletê dest avêtin wê. Ji bo Z.N. banga piştgiriyê kir. -
'Berxwedana jinan a li dijî êrişan mezin dibe'
Rêxistina jinan a bi navê 'Yenî Kadin' bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û bal kişande ser mezinbûna berxwedana jinan. -
Jinên Kurd pankart bi avahiya BBC ve daliqandin
Ji bo şermezarkirina şiddeta li dijî jinê, Însiyatîfa Jinên Kurd pankart bi Aleksander Palace ya li Bakurê Londonê ve hate daliqandin. -
Li dijî komkujiya jinan, xwe biparêze!
Li Îngilistanê, ji bo pêvajoya çalakiyan a li dijî tundî û komkujiya jinan wê dest pê bike, jinan peyama 'em bi hev re hîn bêhtir xurt in' dan. -
Jinên Kurd ên li Hollandayê wê dakevin qadan
Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û bernameya çalakiyan eşkere kir. -
Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan in
Jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Enqere, Mêrsîn, Edene, Şirnex û Mêrdînê bi panel û atolyeyan rêzeçalakî lidarxistin. -
Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em ê nebin ‘jinên maqûl’
Meclîsa Jinan a HDK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser jinan li Kadikoya Stenbolê çalakiyek li dar xist û got “Em ê nebin jinên maqûl ên feraseta mêran.”