Danişîna Dayikên Çarikspî çêbû

Dayikên Çarikspî ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên ku di grêva birçîbûnê de bûn, li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebzeyê çalakî kiribûn, pêk hat.

Dayikên Çarikspî ji bo ku balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, li ber Girtîgeha Girtî ya Gebzeyê ya Jinan çalakî kiribûn ku doz li wan hatibû vekirin, danişîna wan li Girtîgeha Giran a 34'an a Stenbolê pêk hat.

Ji dayikan Zeynep Calihan, Turkiye Bozkurt, Cemîle Çîftçî, Latîfe Bugday û Hazal Taş li gel parêzerên xwe li danişînê hazir bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî hazir bûn.

Zeynep Çalihan got ji bo ku zarokê wê di grêva birçîbûnê de bû tevlî çalakiyan bûye û bereat xwest.

Latîfe Bughah jî got, ''Ez dayikek im, mirin ji kîjan alî ve ez li dij im. Ji bo ku dayikek im li wir bûm. Armana min rawestandina mirinan bû.''

Turkiye Bozkurt jî got, ''Dayikek ji bo zaroyên xwe, xwe davêje nav êgir jî, na mirinê jî.''

Hazal Taş jî got, ''Em ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin û ji bo ku zarokên me nemirin çûne wir. Kirina me ne sûc e. Ez dixwazim bereat bibim.''

Şandeya dadgehê danişîn taloqî 1'ê Kanûnê kir.