'Jinan doh rejîma Trûjîllo hilweşand, îro jî wê dîktatoriya Erdogan têk bibin'

Komîsyona Jinan a KNK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan daxuyaniyek da û got: "Çawa ku jinan duh bi têkoşîna xwe dîktatoriya Trûjîllo hilweşand, îro jî ew ê dîktatoriya Erdogan hilweşînin."

Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bal kişand ser van xisûsan:

"Dîktatoriya Rafael Trujîllo li Komara Domînîk ji sala 1930’an heta 1961’ê li hember gelan û bi teybetî jî li hember jinan şerek dijwar da meşandin. Hêzên dîktatoriya Trujîllo ji bo şikandina berxwedanê 25’ê Mijdara 1960’î li hemberî pêşengên berxwadanê destdirêjî li ser Patrîa, Mînevra û Marîa Teresa Mîrabel kirin û paşê ev her sê xwişkên şoreşger qetilkir. Li Domînîk û welatên Emerîkaya Latînî gel li berxwedana xwişkên Mirabel xwedî derket û dîktatoriya Trujîllo hilweşandin. Di dîroka berxwedana li hemberî dîktatorî û tundiya zilam a li ser jinê de ew roja ku xwikên Mîrabel hatine qetilkirin 25’ê Mijdarê wekî sembola berxwedanê heta roja îro hatiye.

'ÎRO KIRIYARÊN DÎKTATOR TRÛJÎLLO LI KURDISTANÊ JI ALIYÊ ERDOGAN VE TÊ KIRIN'

Her çiqas 60 sal li ser vê qirkirinê re derbas bûyî be jî, nav û welat hatibe guhertin jî reng û rû yê dîktatoriyê nehatiye guhertin. Îro jî li Kurdistanê ew kiryarên dîktatoriya Trujîllo ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve tê kirin. Li hemberî van kiryarên hovane gelê Kurd û jinên Kurd li Rojava, Şengal, Mexmûr Kirkûk û li hemû bajarên Kurdistanê bi berxwedan û tekoşîna xwe hilweşandian dîktarotiya Erdogan dayîne destpêkirin. Jinên Kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî rûyê dewleta Tirk û Erdogan ê ku serçeteyê artêşa dagirker ji hemû cîhanê re eşkire kirin. 

JINÊN KURD PÊŞENG IN, LEWMA DESTGÎR DIKIN Û DIGIRIN; SAZIYÊN WAN DIGIRIN

Serçete Erdogan baş dizane ku azadiya civakê bi azadiya jin ê pêkan e. Ji ber vê yekê bi destgîrkirina jinên pêşeng û girtina sazî û desgehên wan dixwaze deskeftiyên jina tine bike û paşverûtiya fereseta zilam serdest bike. Bi vê siyaseta xwe ya qirêj dixwaze jinên Kurd bêdeng bike û dagirkerî, faşîzm û xwînmijî ya xwe pêş bixe. 

'BI DAGIRKIRINÊ RE ZAGONÊN NÛ XISTIN MERYETÊ'

Wexta ku Erdogan û çeteyên wî Rojava/ Bakur û Rojhelatê Sûrî dagir kirin di serî de erîşî deskeftiyên jinan kir û ji bo kolekirina jinê zagonên nû xistin meriyetê. Bi dagirkirinê destdirêjî qirkirin zilm û zordarî, revandin û firotina jinan derket lotkeya herî bilind. Ev yek di raportên navnetewî de ji hatiye eşkerekirin. 

'NEKARÎ BERXWEDANA GEL Û JINÊN ŞENGALÊ, NIHA BI ÎTIFAQÊN QIRÊJ Û NOKER DIXWAZIN ÊRÎŞ BIKIN'

DeWleta Tirk bi feraseta xwe ya Osmanî dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Bi pêkhateyên herêmî re îtîfaqê dike û dixwaze civaka Kurd parçe bike û polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hember jinê li van deran jî belav bike. Heman stratejî ya dagirkerî li Şengal jî dixe meriyetê. sala 2014’an li hember çeteyên Erdogan DAÎŞ’e bi tevlîbûna jinên Ezdîxanê berxwedanek mezin hate kirin. Devleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ne karî li hember berxwedana gel û jinên şengalê bisekine. Îro bi îtifaqên xwe yê qirêj û hevkarîya nokeran amadekariya erîşek dijwar li ser jin û civaka Şengalê dike.

'ÇAWA KU DAWÎ LI DÎKTATORIYA TRÛJÎLLO HAT, WÊ DAWIYA DÎKTATORIYA ERDOGAN JÎ BÊ'

Li hember jinê dewletek din a qirker Îran e. Rejîma Tehranê Bi kilifê baweriya Îslamê dixweze jinan bêdeng bihêle. Bi tehdît êşkence û darvekirinê li hember jinê zilm û zordariya xwe di lûtkeya herî jor de bi rê ve dibe. Zeyenb Celaliyan yek ji wan jinên berxwedêre. Dewleta Îran bi van kiryarên xwe yên dermirovahî bi salane dixwaze vîna Zeynebê bişkîne. Xebatên perwerdehiya zimanê Kurdî ku ji hêla Zara Mihamedî ve dihat dayîn wekî tehdîdekî li ser ewlekariya netewî pênase kir. Ev yek dide xuyakirin ku ka qiqas ji tekoşîn û berxwedana jinên Kurd ditirsin. Jinên Kurd ên pakrewan weke Zara weke Şirîn Elemhulî bi berxwedan û tekoşîna xwe ev tirs û xof xistiye nava dilê wan. Li Başûr heta Bakur ji Rojhilat heta Rojavayê Kurdistane jinên Kurd bi êrîşên faşîst û îslami re rû bi rû ma. Ev êrîşên hovane ji dide xuyakirin ku ka desthilatdarî û dîktatorî ji jinêa berxwedêr û azad çiqasî ditirse. Çawa ku berî 60 sala li Dimînîk ê bi berxwedana xwişkên Mîrabel dîktatoriya Trujîllo dawî kir îro jî bi tekeşîn û berxwedana jinên Kurd dawiya dîktatoriya Erdogan hatiye. Ev hişmendiya mêr wê li hember tekoşîna jina azad têk biçe."