Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan in

Jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Enqere, Mêrsîn, Edene, Şirnex û Mêrdînê bi panel û atolyeyan rêzeçalakî lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de, li Mêrdîn, Mêrsîn, Enqere, Edene û navçeya Şirnex Hezexê bi panel û atolyeyan rêzepîrozbahî lidarxistin.

Li Hezexê li avahiya Rêxistina Navçeya HDP’ê, li dijî îstîsmara li ser zarokan programa atolye hate lidarxistin. Hevseroka Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan û gelek jin tevlî programê bûn. Di salona atolyeyê de pankarta bi nivîsa “Em serî li hember tundiya dewlet û mêr radikin” û dovîza bi nivîsa “Zarok pêşeroj in, pêşeroja me tarî nekin” daliqandin.

Çalakî bi axaftina aktîvîsta TJA’yê Zozan Înan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jin li Avahiya HDP’ê ya Bajar hatin gel hev. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Dundar, diyar kir ku ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe ew têdikoşin û ji bo meşa jinan ku dê 25’ê Mijdarê li Qoserê li dar bixin banga beşdarbûnê kir.

EDENE

Meclisên Jinan ên Edeneyê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, ji bo 25’ê Mijdarê li Parqa Ataturk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endama Meclisên Jinan Dûygû Baytekîn axivî û diyar kir ku her roj ji aliyê zilaman ve jin tên qetilkirin û ev tişt got: “Ji bo rawestandina tundî, bêcezahiştin, mirinên biguman û cînayetên jinan em ê Peymana Stenbolê bidin pêk anîn.”

ENQERE

Meclîsên Jinan ên Enqereyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Kûgûlû daxuyanî da. Jinan ku bi pankart û dovîzan bal kişandin li ser tundî û qetilkirina jinan, wêneyên Gulistan Dokû û Ayşe Karaman û Ceren Damar ên ku ji aliyê zilaman ve hatîn qetilkirin hilgirtin. Dayîka Ayşe Karaman, Ferîde Karaman û parlementera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê Meclîsên Jinan Mizgîn Sumbul daxuyanî da û got “Jin ji bo biryara di derbarê xwe de bidin tên kuştin.” Sumbul bi bîr xist ku îsal 269 jin hatine qetil kirin û 152 jin awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Dayîka Ayşe Karaman, Ferîde Karaman jî diyar kir ku wê ji bo darizandina kujeran têkoşîna xwe bidomîn. Çalakî bi dirûşmeyên “Em ê cinayeta jinan rawestînin” û “Peymana Stenbolê pêkbîne” bidawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê, Meclîsa Jinan a Mêrsînê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê panelek bi mijara “Rêbazên têkoşîna jinan a li dijî tundiya dewlet-zilam û Peymana Stenbolê” hate lidarxistin. Di panela ku li Sergî Saray û Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hatî lidarxistin de, pankarta bi nivîsa “Li dijî tundiya dewlet-zilamî em têdikoşin” vekirin. Di panela bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de sînevîzyonek di derbarê têkoşîna jinan de hate pêşandan.

Aktîvîsta TJA’yê Derya Arslan axaftina vekirina panelê kir û got, “Em Peymana Stenbolê tenê weke rêya diçe şoreşê nabînin. Ev peyman tenê destkeftîyek girîng e. Em dizanîn ku tundiya li ser jinê îdeolojîk e. Têkoşîna em li beramberî vê didin weke îdeolojîk em didin. Her tundî û qetlîama ku tê kirin weke êrîşa li dijî rêxistinbûna têkoşîna me ya jinê dibînin.”

Her wiha Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bal kişand ku jin her roj tê qetilkirin û dibin mexdûrê tundiyê. Guzel wiha got, “Ev tundî bi destê dewletan tên mafdar kirin. Dema ku em temaşeyî dîroka tundiyê dikin, dibînin ku ji pêvajoya zihniyeta zilam destpêkirî ve heye. Tundiya li ser jinê pêvajoyek nêzî hezar salane. Dewlet û desthilatdar tundiyê bê ceza dihêlin û dixwazin sîsteman bi rolên zayendiya civakî bidomînin.”