HDP’ê şîddeta li ser jinan xist rojeva meclîsê
Parlementerên jin ên HDP’ê diyar kirin ku şîddeta li ser jinan zêde dibe û xwest li ser qetlîamên li ser jinan lêkolînên berfireh were kirin.
Parlementerên jin ên HDP’ê diyar kirin ku şîddeta li ser jinan zêde dibe û xwest li ser qetlîamên li ser jinan lêkolînên berfireh were kirin.
Parlementerên jin ên HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan, tundî û şîddeta li ser jinan bi pirsnameyan xist rojeva meclîsê. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr û Zuleyha Gulum pêşniyaznameyeke lêkolînê û parlementer Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî pirsnameyek da meclîsê.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay xwest bila kuştinên jinan ên bi guman ên li Mêrdînê were lêkolîn û got, “Ji ber polîtîkaya cezanekirinê ya şîddeta li ser jinan, ser şîddeta li ser jinan tê girtin. Ser gelek cînayetan bi gotinên ‘xwekuştinê’ tê girtin û li Mêrdînê di 10 mehên dawîn de, 10 jin bi awayekî bi guman mirine."
Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku ji ber ku ceza li şîddeta li ser jinan nayê birîn, şîddet zêde dibe.