KBDH: Şoreşa me jinê ya Rojava heye

KBDH'ê têkilî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da û got, ''Şoreşa me ya jinê heye.''

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkilî 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jİnê

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Têkoşîna azadiya jinê, di çareseriya şoreşger û wekhevîxwaz vê krîza antîfaşîst, antîmêtinger de bi roleke diyarker e, pêşeng e, bi potansiyeta rolên rêbertî ye'' û diyar kir li dijî tundiya mêr tevdigerin, jin ji têkçûnê ber bi serfiraziyê ve bi pêş ve diçin.

KBDH'ê got,''Tecrûbeyeke me ya girîng a têkoşîna çekdarî heye, xeteke me ya têkoşînê ya biryardar a meşrû heye, tecrûbeya me ya raperînê heye û jê bêhtir şoreşa me ya jinê ya Rojava heye. Ji bo ku li dijî faşîzmê em ji her alî ve hicûmê bikin, tevgera ku xwe dispêrê vê dînamîkê û wê xwe bispêriyê nikare were rawestandin.''