Li dijî şideta li jinan li Bîelefeldê pêşangehek hate vekirin

Tevgera Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê pêşangehek ku hefteyekê dom bike vekirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Qirkirina Jinê û Xweparastinê’ pêk hat. Li gel JXK’ê Navenda ciwanên Otonaom (AJZ Bîelefled) Botmekîn Bar, Navenda Çand Kurd a Bîelefeld, Clûb Nûmmer zu Platz, Kîtapevî Modon, Kîtapevî Eûlenspîegel, Mala Cîhanê ya Bîelefeld (Velhaûs Bîelefeld) Mala Çandê Ostblock û ÎBZ Bîelefeld cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Di çalakiyê de berhemên têkoşîna rizgariya jinê, qetlîama Şengal, Qetlîama Parîs, Jineolojî, Şoreşa Rojava û gelek berhemên girêdayî rêxistinên jinan ên mîna Kongreya Star, YPJ, YPŞ, YJA Star, HDP cihê xwe girtin.

Pêşangeh ji 23’yê Mijdarê heta 27’ê Mijdarê li Navenda Kurdistanê ya Bîelefeldê vekiriye.

Rojên Pêşangeh vekirî

25’ê Mijdar saet 17:00-19:00

26’ê Mijdarê saet 14:00-16:00

27’ê Mijdarê saet 12:00-14:00

29’ê Mijdarê saet 12:00-18:00